ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-08-2018
3 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li gundê Bînê bi malbatên şehîdan re dicivîne. Saet 11:00.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi boneya salvegera 4‘emîn a Qirkirina Êzidiyan, merasîmek li kampa Newroz a herêma Dêrikê tê lidarxistin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîtiya Êzidiyan a herêma Şehbayê û şêniyên Efrînê daxuyaniyekê derbarê salvgera komkujiya Şengalê li kampa Serdem didin. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li taxa Xerbî ya Helebê "Mala Êzidiyan" tê vekirin. Saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PORTRA

- Ciwan Mehmûd Xaşman (Ciwan Kobanê) ji destpêka ciwantiya xwe ve bi welatparêziya xwe tê nasîn. Li hemberî astengiyan lawaz neket û di berxwedana Serdemê ya Efrînê de heta şehadetê li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ber xwe da.(BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên taxa başûr a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî li Bakurê Sûriyeyê, ji ber çirava ku bihna nexweş li taxê belav dike bi gilî û gazinc in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di sûka taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê de her tişt peyda dibe û erzan in jî, ji lewra bûye meqseda şêniyan. Xwediyê besteyan jî daxwaza sererastkirina riyên sûkê dikein.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata El-Qisîs a kerr û lal li navçeya Eyn Îsa yê girêdayî Kantona Girê Spî dimîne. Malbat li benda alîkariyê ye û bi taybet piştî ku çeteyên DAIŞ'ê dayîka wan kuştine.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşa çandiyên li gundewarên rojava û rojhilatê  Dêrazorê piştî ku ji aliyê QSD‘ê ve hatin rizgarkirin geş dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêvebera Kampa Holê Silava Şêx diyar kir ku penaberên Iraqê tekez kirin ku piştî ku li welatê xwe vegerin dê qanûnên Bakurê Sûriyeyê, di nav de avakirina komîn û meclisan li cihê xwe bi cih bînin. Silava destnîşan kir ku ew niha nikarin penaberan li warê wan vegerînin ji ber ku sînor ji aliyê Iraqê ve girtî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Navenda Çand û Hunerê ya bajaroka Til Koçer wekî gavek ji bo vejandina çand û hunera erebî de, qaliba kevneşopiyên berê şikand û ji 134 kesen komên hunerî ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Êzidî yên Efrînî gotin: Her hêzeke ji bo nasnameya gelekî ji holê rake, di serî de polîtîkeyên lewazkirina jinan dimeşînin, mîna li Şengal û Efrînê hatî kirin." Jinan tekez kirin ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikin ta Efrînê rizgar bikin û rê nadin ku dagirkeriya Tiriyê gelê Kurd qir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşma "Bi Jinelojiyaya azad û bdew ber bi heqîqeta hevjiyana azad ve" yekemîn konferansa Komîteya Perwrdeya Civaka Demokratîk a Jin li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê dike. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek jinên kantona Girê Spî girêdana xwe bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman û destnîşan kir ku ew têkoşîna ta azadiya Ocalan bidoîmin.( BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Bi sponseriya Yekîtiya Werzîşê û Komîtya Voly Bol a herêma Cizîrê maça Kuba Super a Voly Bol li hola werzîşê ya Amûdê tê organîzekirin. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Xidir Hamo got ku reva pêşmergeyan ji Şengalê û rû bi rû hiştina Êzdiyan li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, pilaneke Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) bû. Hamo destnîşan kir ku Êzdiyan wane û tecrûbe wergirtin û wiha got: "Ji niha û pêve em li hemberî komkujiyan rû bi rû namînin" (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û nivîskarê Sûrî Ehmed El-Dirzî diyar kir ku êrîşa li Suweydayê bi armanca ku eniya başûr tev li hev bike û destnîşan kirin ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di destê gelê Sûriyê de û anî ziman ku çareserî bêyî danûstandinên Sûrî-Sûrî ne pêkan ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li kantona Efrînê di meha derbasbûyî de bi sedan rewşên revandin, kuştin, talankirin û şewitandinên zeviyanên çandiyên rû dan, ji ber wê hejmara sivîlên ku ber bi Şehbayê ve diçin zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA