Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir

Ciwan Mehmûd Xaşman (Ciwan Kobanê) ji destpêka ciwantiya xwe ve bi welatparêziya xwe tê nasîn. Li hemberî astengiyan lawaz neket û di berxwedana Serdemê ya Efrînê de heta şehadetê li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ber xwe da.

Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir
Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir
Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir
Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir
Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir
Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir
Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir
Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir
Ciwan Kobanê bi rihê tolhildana şehîdan şer kir
3 tebax, 2018   04:20

ZOZANA DEDO / HELEB

Ciwan Mehmûd Xaşman (Ciwan Kobanê) di sala 1996'an de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê çavên xwe ji dunyayê re vedike. Ciwan di nava malbata xwe de ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji sala 1987'an ve nas dike, mezin dibe. Malbata têkoşer Ciwan Kobanê ji 8 kesan pêk tê û têkoşer Ciwan Kobanê kurê biçûk di nava çar birayan de ye. Dibistana xwe ya seretayî li taxê temam dike û di kargeha dirûtinê ya bavê xwe de dixebitî û alîkariya malbata xwe dikir.

Bi destpêkirina şoreşê li taxa Şêxmeqsûd têkoşer Ciwan Kobanê cihê xwe di nava xebatên birêxistinkirina ciwanan de digire û weke endam beşdarî Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava li Helebê dibe. Têkoşer Ciwan Kobanê piştî ku 18 saliya xwe derbas dike bi dilgermî xwest beşdarî xebatên parastinê bibe û di encamê de beşdarî nava refên Yekîneyên Paratina Gel (YPG) dibe.

Têkoşer piştî ku di nava YPG'ê de derbasî perwerdeyên bîrdozî û leşkerî dibe û kesayeta xwe ya xwedî vîn ava dike, ji aliyê hemû hevrê û fermandarên xwe ve tê hezkirin û xwe ji hemû peywiran re amade dike.

Têkoşer Ciwan Kobanê bi moralên bilind cihê xwe di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a li dijî komên çete de digire û lehengiya xwe di şer de tê nasîn. Têkoşer Ciwan cihê xwe di eniyên pêşîn ên berxwedanê de digire û peywirên xwe bi temamî pêk dianîn. Têkoşer Ciwan ji hevalên xwe re her tim dibot: "Çi dibe bila bibe em rê ji çeteyan re venakin ku derbasî Şêxmeqsûd bibin."

Têkoşer Ciwan Kobanê ti carî li hemberî astengiyên jiyanê lawaz nediket û bi her tim bi moralên bilind têdikoşiya.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di destpêka îsal de êrîşî herêma Efrînê kirin, Têkoşer Ciwan Kobanê ji fermandariya xwe xwest ku beşdarî berxwedana Serdemê ya Efrînê bibe. Lê piştî ku fermandariyê daxwaza wî red kir, got ku dê bi bi awayekî veşartî biçe Efrînê û beşdarî berxwedanê bibe. Ji ber israr têkoşer Ciwan Kobanê, fermandariyê daxwaza wî erê kir û li ser vê yekê têkoşer Ciwan Kobanê beşdarî eniyên gundê Berkaşê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê bû û li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê efsaneyên berxwedanê bi xwîna xwe nivîsandin. Têkoşer Ciwan Kobanê piştî berxwedaneke bê hempa di encama êrîşeke balefiran de di 12'ê Sibatê de gihîşt asta şehadetê.

Têkoşer Ciwan Kobanê di çarçoveya berxwedana Serdemê ya Efrînê de du caran birîndar dibe û bi coş û moralên bilind dîsa vedigere eniyên berxwedanê.

Hevalê têkoşer Ciwan Kobanê û şervanê YPG'ê Kofî Heleb der barê kesayeta hevalê xwe Ciwan Kobanê de got ku her tim bi rihê tolhildana şehîdan li eniyên berxwedanê têdikoşiya û ti carî ji mirinê ne ditirsî û astengî nas nedikirin.

Kofî Heleb di axaftina xwe de wiha got: "Piştî ku şehîd Ciwan ji taxa Şêxmeqsûd berê xwe da herêma Efrînê û beriya rojekê ji şehadeta wî bi min re axivî û gotinên wî bi rihekî fedekar û moralên bilind dagirtî bûn."

Dayîka têkoşer Ciwan Kobanê, Hediye Sidqî der barê kesayeta kurê xwe de wiha got: "Xweda 6 zarok dane min û min jî ew li ser hezkirina welat mezin kirin. Deriyê mala me her tim ji kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê re vekirî bûn."

Hediye Sidqî bîranîneke xwe bi kurê xwe şehîd ciwan re wiha bi bîr anî: "Dema ku şehîd Ciwan 10 salî bû ji min xwest ku beşdarî komeke bazdanê bibe û min jî daxwaza wî paşguh kir. Lê di şahiyeke niştimanî de min ew li ser dika şahiyê dît û ez matmayî mam ku cil û bergên komê li xwe kiribûn. Piştre min jê pirsî ku çawa wisa kiriye, bi rûkenî wiha bersivand; bi îradeya xweser mirov digihêje armancên xwe".

Der berê biryara beşdarbûna şehîd Ciwan Kobanê ya nava refên YPG'ê Hediye Sidqî got ku ew bi vê biryara wî serbilind e û wiha anî ziman: "Şehîd Ciwan bi rûkenî xatirê xwe ji min xwest û min jî bi nîşana serkeftinê oxira wî xwest. Ez bi şehadeta kurê xwe gelekî serbilind im ku ti carî serê xwe ji dagirkeriyê û komên çete re netewan."

Bavê têkoşer Ciwan Kobanê, Mehmûd Îbrahîm Xaşman jî der barê kurê xwe de got ku ew di nava birayên xwe de ji zaroktiya xwe ve di nava xebatên têkoşînê de bû û hezkirina wî ji welat re bê hempa bû û wiha got: "Ez bi şehadeta kurê xwe gelekî serbilind im

Bi armanca bîranîna têkoşer Ciwan Kobanê, Fermandariya Leşkerî li taxa Şêxmeqsûd û hevalên wî focekî leşkerî li ser navê wî avakirin û niha şervan têde waneyên xwe yên leşkerî werdigirin.

ANHA