Xwendekarên Efrînê sala xwendinê bi dawî kir

Bi boneya bidawîkirina sala xwendinê bi hezaran xwendekarên Efrînê yên li herêma Şehbayê û navçeya Şêrawa şahî li dar xistin.

Xwendekarên Efrînê sala xwendinê bi dawî kir
Xwendekarên Efrînê sala xwendinê bi dawî kir
Xwendekarên Efrînê sala xwendinê bi dawî kir
Xwendekarên Efrînê sala xwendinê bi dawî kir
2 tebax, 2018   11:32

ŞEHBA

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) li herêma Şehbayê li navçeya Til Rifet, Ehres, Fafîn, Kefernaya, Şêrawa û gundên girêdayî wê bi boneya bidawîkirina sala xwendinê şahî li dar xistin. Bi hezaran xwendekar tev li şahiyan bûn.

Di şahiyan de bawername ji aliyê mamosteyan ve li xwendekaran hatin belavkirin.

Paşê ji aliyê xwendekaran ve li ser Berxwedana Serdemê helbest hatin pêşkêşkirin. Her wiha koma dîlanê dîlanên folklorîk pêşkêş kirin û ji aliyê koma muzîkê ve stran hatin pêşkêşkirin.

Şahî bi xelekên govendê bi dawî bûn.

(bx/ew)

ANHA