Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilêliyê piştî 7 salan dîsa hate vekirin

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ku beriya niha bi heft salan hatibû girtin, careke din vekir.

 Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilêliyê piştî 7 salan dîsa hate vekirin
 Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilêliyê piştî 7 salan dîsa hate vekirin
 Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilêliyê piştî 7 salan dîsa hate vekirin
 Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilêliyê piştî 7 salan dîsa hate vekirin
2 tebax, 2018   11:40

MEDYA ELÎ – CÎNAV HESEN / QAMIŞLO

Şoreşa Sûriyeyê ku di 15 `ê Adara 2011`an de dest pê kir. Di vê pêvajoyê de bi hezaran karker û karmendan xebatên saziyên xizmetguzarî, tenduristî û civakî paşguh kirin. Yek ji van navendan jî, Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bû.

Navend ji dermanfiroş, beşa zarokan, beşa jinan, bea nexweşiyên hundirîn û aşlekirina (taman) zarokan pêk dihat.

Ji destpêka sala 2018`an ve, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê navendên tenduristiyê bi giştî tevî beşên wê yên kevn sererast kirin. Her wiha beşa diranan jî li navendê hate zêdekirin. Di vê çarçoveyê de, Navenda Tenduristiyê ya taxa Hilêliyê ji destpêka meha Tîrmehê ve hate vekirin.

Navend rojane ji saet 8:00’an heta 14:00`an, ji bilî roja înê, vekirî ye û nexweşan xizmeta tenduristiyê dide gelê taxê.

(ekîb)

ANHA