Li Dêrazorê piştî 7 salan sûka sebze ji nû ve vebû

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê sûka sebze ya gundê El-Cenîna yê Dêrazorê ji nû ve xiste ber xizmetê. Bi vê yekê tevgera li sûkê zêde bûye û şênî berê xwe didin sûkê.

Li Dêrazorê piştî 7 salan sûka sebze ji nû ve vebû
Li Dêrazorê piştî 7 salan sûka sebze ji nû ve vebû
Li Dêrazorê piştî 7 salan sûka sebze ji nû ve vebû
2 tebax, 2018   09:30

HEMED EL-MUSTEFA – FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Xwediyên dikanên bazirganiyê yên sûka sebze ya gundê El-Cenîna yê Dêrazorê piştî demeke dirêj ku çeteyên DAIŞ`ê herêm dagir kiribû ji nû ve dikanên xwe vekirin.

Piştî 7 salan sûk hate vekirin û vê yekê jî bi awayekî erênî bandor li jiyana gundan kir ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin.

Ji aliyê xwe ve Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hemû hêz û derfetên xwe yên kêm hewl dide hemû xizmetên sereke ji şêniyan re pêşkêş bike.

Sûk ji bo şêniyên herêmê girîng e, ji ber ku piraniya şêniyên wan herêman di çandinî û xwedîkirina sewalan de dixebitin. Dema ku gelek herêmên di navbera Reqa û Dêrazorê de ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin, hemû rêyên wan hatin vekirin û karê xizmetguzariyê li wê derê hatin kirin.

Berhemên gundan li sûkê diyar bûn. Sebze bi pereyên kêm têne firotin ji ber wê şênî berê xwe didin sûkê. Her wiha zehmetiya rê li ber şêniyan qut dikin.

Şênî û kesên ku di sûkê de dixebitin kêfxweşiya xwe bi vekirina sûkê diyar kirin û got ku ew bi hêvî ne li malên xwe vegerin. Her wiha vekirina sûkê derfetên kar ji şêniyan re peyda kirin.

Ji destpêka rizgarkirina gundewarên rojhilat û rojava yên Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hemû hêza xwe xizmeta şêniyan dike.

(bx/ew)

ANHA