Li Serêkaniyê navenda Partiya Aştî Demokratîk a Kurdistanî hat vekirin

Partiya Aştî Demokratîk a Kurdistanî bi merasîmekê li Serêkaniyê navendeke xwe vekir û di merasîmê de bi dehan endamên partî û nûnerên meclis û saziyan û kesayetên serbixwe amade bûn.

Li Serêkaniyê navenda Partiya Aştî Demokratîk a Kurdistanî hat vekirin
Li Serêkaniyê navenda Partiya Aştî Demokratîk a Kurdistanî hat vekirin
Li Serêkaniyê navenda Partiya Aştî Demokratîk a Kurdistanî hat vekirin
Li Serêkaniyê navenda Partiya Aştî Demokratîk a Kurdistanî hat vekirin
2 tebax, 2018   10:15

HESEKÊ

Merasîma vekirina navendê bi axaftina hevserokê partiyê Tela Mihemed dest pêkir. Mihemed diyar kir ku mebesta wan ji vekirina navendê ew e ku fikrên partiyê bên belavkirin û her wiha bibe navgînek di navendên xwedî biryar de.

Telal Mihemed tekez kir ku a girîng ew e ku karên wan ên rêxistinî ji bo berjewendî û mafên  pêkhateyên Bakûrê Sûriyeyê bi giştî bin. Piştre jî gelek axaftin ji aliyê beşdarên merasîmê ve hatin kirin.

ANHA