Erdogan hewl dide qanûna darvekirinê aktîf bike

Serokdewletê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew amade ye ji nû ve aktîfkirina qanûna "darvekirinê" li Tirkiyeyê erê bike, piştî ku di parlamentoya Tirkiyeyê re derbas bibe.

Erdogan hewl dide qanûna darvekirinê aktîf bike
2 tebax, 2018   09:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokdewletê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di demeke borî de piştî hewldana derbeya têkçûyî ya sala 2016'an, behsa referandumekê ji bo vegerandina qanûna darvekirinê kir. Yekitiya Ewropayê jî destnîşan kir ku ev gava wî dê hewldanên Tirkiyeyê ji bo endamtiya di yekitiyê de bi dawî bike.

Serokê Tirkiyeyê ku îdiaya parastina mafên mirovan dike, wiha dibêje: "Ez ji we dixwazim ku hûn bizanibin di vê derbarê de (qanûna darvekirinê) em mijarê wekî Hans an Corc (ku dewletên rojavayî nîşan dide) nabînin. Em tenê xwe dispêrin gotinên Xweda."

Kengî Tirkiyeyê qanûna darvekirinê rakir?

Di sala 1948'an de gava yekemîn a cidî ber bi rakirina cezayê darvekirinê ve hate avêtin û mafê jiyanê wek mafekî sereke di ragihandina navneteweyî ya mafên mirovan de hate naskirin ku Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî erê kiriye. Di sala 2004'an de dema helwestên Tirkiyeyê ji helwesta Yekitiya Ewropayê ve nêzîk dibû, cezayê darvekirinê fermî ji nava qanûnên Tirkiyeyê hate derxistin û Tirkiyeyê pêveka protokolekê bi Dadgeha Ewropayê ya Mafên Mirovan re Îmze kir û cezayê bidarvekirinê li Tirkiyeyê qedexe kir.

Hiqûqnas dibînin ku vegerandina cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê di aliyê qanûnî de mijareke dijwar e, lê pêkan e.

Divê Tirkiye ji pêveka protokolê vekişandina xwe ragihîne da ku karibe cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê vegerîne. Lê hiqûqnas vekişandina Tirkiyeyê ji hevpeymanên navneteweyî di çarçoveya "sozdariyê" ya qanûna hevpeymanan de red dikin.

ANHA