Yekem kluba werzîşê ya taybet bi jinan

Jinên ciwan ên Qamişlo bi armanca werzîşê û xurtkirina têkiliyên civakî di navbera jinan de berê xwe didin yekemîn kluba werzîşê ya taybet bi jinan.

Yekem kluba werzîşê ya taybet bi jinan
Yekem kluba werzîşê ya taybet bi jinan
2 tebax, 2018   07:49

SOZDAR CEMÎL / QAMIŞLO

Kevneşopên civakê gelek qeyd li ser jinan ferz kirin û mafên wan ên herî biçûk jî jê standin heta ku ew ji pêkanîna werzîşê jî mehrûm kirin. Li Rojava di nava çend salên dawîn de jinan gav ber bi azadiyê û bidestxistina mafên xwe ve avêtin. Cihê xwe wek şervan di şer de jî girtin. Her wiha cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de girtin û saziyên taybet ên jinan çêbûn.

Yekem kluba werzîşê ya taybet bi jinan, bi navê Sîbel li bajarê Qamişlo ji aliyê Buroya Jinan a Şaredariya Gel a Xerbî di 7`ê Hezîrana 2017`an de hate vekirin. Klub ji bo xweşikbûna bedena mirovan û parastina tenduristiyê, rihetbûna psîkolojîk û zêdekirina têkiliyên jinan ên ku werzîşê dikin, xebatan dike.

Di klubê de 30 alavên werzîşê ji bo zarok û mezinan hene. Her wiha kes dikarin bi pereyên kêm xwe tê de qeyd bikin.

Klub rojane 3 saetan tê vekirin û 3 tîm têne perwerdekirin. Ya yekemîn ji temenê 8 -18 salî ye, yên duyemîn û sêyemîn jî ji temenê 18 berjortir.

Riweyda Eyo ku ji zarokatiya xwe ve werzîşê dike, rêveberiya klubê dike. Riweyda got ku klub ne tenê ji bo qelsbûnê ye, lê belê ji bo bilindkirina moral û têkiliyên civakî di navbera jinan de ye.

(bx/ew)

ANHA