Li Qamişlo pirsgirêka avê

Li hin taxên bajarê Qamişlo di demên dawîn de pirsgirêka avê rûdaye. Şêniyên taxan ji ber vê pirsgirêkê şerpeze bûne û ji aliyên têkildar bi gazinc in ku vê pirsgirêkê çarser nakin.

Li Qamişlo pirsgirêka avê
Li Qamişlo pirsgirêka avê
Li Qamişlo pirsgirêka avê
Li Qamişlo pirsgirêka avê
Li Qamişlo pirsgirêka avê
Li Qamişlo pirsgirêka avê
Li Qamişlo pirsgirêka avê
Li Qamişlo pirsgirêka avê
Li Qamişlo pirsgirêka avê
2 tebax, 2018   07:12

EHMED SEMÎR - KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Di van demên dawîn de av li hinek taxên bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê li Bakurê Sûriyeyê pirsgirêka qutbûna avê derket holê. Şênî ji ber vê pirsgirêkê zehmetiyan dikişînin. Aliyên têkildar sedema vê pirsgirêkê bi tunebûna hilmijên ku dikarin avê biavêjin wan taxan ve girê didin lê belê tevî wê jî rêjeyeke mezin ji serfkirina avê li taxên ku av dighêjinê. Taxên ku av lê qut bûne ev in; taxa Qidûrbek, taxa Xerbî û taxa El-Siyahî.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê ji beriya çend rojan ve rojane şêniyên taxên Qidûrbek, Xerbî û El-Siyahî berê xwe didin komînên wan taxan.

Hevserokê Komîna Şehîd Lewend a taxa Qidûrbek Ehmed Ferhan destnîşan kir ku şênî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên der barê qutbûna avê de serdana komînê dikin.

Şêniyên taxa Qidûrbek bi taybet ji ber vê pirsgirêkê ku ji beriya 4 salan ve heye, zehmetiyan dikişînin. Rojane şêniyên taxê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê serdana Komîna Şehîd Lewend dikin da ku dengê xwe bigihînin aliyên têkildar.

Edîbe Remedan Mihemed ya 85 salî, hevserê wê pir nexweş e û ji ber qutbûna avê gelek zehmetiyan dikişîne. Edîbe neçar dimîne ku avê ji bîra ku nêzî goristana taxa Qidûrbek û hin caran ji bîra mizgefta taxê bi dewlikan bîne mala xwe. Edîbe diyar kir ku ji ber qutbûna avê ew nikarin cil û serê xwe bişon.

Ji ber qutbûna avê şêniyên taxan neçar dimînin ku avê ji sahrîcan bikirin. Ji ber wê mesrefa şêniyan zêde bû. Welatiya bi navê Hemdiyê Xelîl Mehmûd diyar kir ku ew ji ber qutbûna avê, xezana avê bi buhaya 2 hezar lîreyên Sûriyeyê dikirin.

Ehmed Ferhan diyar kir ku wan rexne û giliyên şêniyan ji aliyên têkildar û meclisa kantonê re pêşkêş kirine û wiha pê de çû: "Aliyên têkildar soz da şêniyan ku xetek avê ji bîra Gulistana Şehîdan a taxa Qidûrbek ji taxê re dirêj bikin."

Hevserokê Miduriyeta Ava Giştî li Kantona Qamişlo Vînda Hesen diyar kir ku pirsgirêka avê di van demên dawîn de zêde bûye û bi taybet li taxên Qidûrbek, El-Siyahî û Xerbî. Vînda got ku wan piştî girtina rexne û giliyên şêniyan, ji bo çareserkirina pirsgirêkê proje danîn.

Vînda tekez kir ku Miduriyeta Avê dê avê bihilmije bajarê Qamişlo û destnîşan kir ku miduriyet di hefteya pêşiya me de, ji bo avê bigihîne taxa Qidûrbek dê xetekê ji bîra nêzî taxê dirêjî taxê bike.

Li dawiyê Vînda bang li şêniyan kir ku ji bo av bigihîje hemûyan, bi miduriyeta avê û şaredariyê re alîkar bin û avê kêm xerc bikin.

(şx/ew)

ANHA