Di pêngava 'Serî hilde' de li hemberî dagirkerî û îxanetê çalakî

Ciwanên Rojava ji bo ku derbasî başûrê Kurdistanê bibin û her wiha li hemberî dagirkeriya dewlet tirk û xiyanetê bisekinin, hê jî bi israr in. Hemleya 'Serî hilde' di pêngava xwe ya duyemîn de bi lidarxistina çalakiya konvedanê li ber deriyê Sêmalka berdewam e.

Di pêngava 'Serî hilde' de li hemberî dagirkerî û îxanetê çalakî
Di pêngava 'Serî hilde' de li hemberî dagirkerî û îxanetê çalakî
Di pêngava 'Serî hilde' de li hemberî dagirkerî û îxanetê çalakî
Di pêngava 'Serî hilde' de li hemberî dagirkerî û îxanetê çalakî
Di pêngava 'Serî hilde' de li hemberî dagirkerî û îxanetê çalakî
2 tebax, 2018   06:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ciwanên Rojava ji bo şermezarkirina destwerdana dagirkeriya dewleta  tirk ji xaka başûrê Kurdistanê re hemleya 'Serî hilde' da destpêkirin.

Ciwanan di pêngava yekemîn a hemleya 'Serî hilde' de gelek çalakî kirin, ji wan lidarxistina civîn û semîneran, belavkirina belavokan, orgenîzekirina meşan. Di nav hemleyê de ciwanan çalakiyên konvedanê li bajarên Qamişlo û Dirbesiyê li dar xistin û heta hefteyekê dom kir. Her wiha ciwanan di pêngava yekemîn de meşeke ku 6 rojan dirêj kir, orgenîze kir û ciwan ji hemû bajarên herêmên Hesekê, tev li meşê bûn. Meş ji sê aliyan ve dest pê kir û her sê bask li bajarê Qamişlo kom bûn.

Pêngava duyemîn a hemleya 'Serî hilde'

Di berdewama hemleya 'Serî hilde' de ciwanan 24'ê Tîrmehê ji bo piştgiriya ciwanên başûrê Kurdistanê bikin û şermezarkirina dagirkirina dewleta tirk ji Qendîl û xaka Başûr re,  xwest derbasî Başûr bibin lê Hikumeta Herêma Federal destûr neda ku ciwan derbas bibin. Ji ber wê ciwanan li ber deriyê Sêmalka bi armanca şermezarkirina destwerdana dewleta tirk ji Qendîl û xaka başûrê Kurdistanê re û ji bo şermezarkirina helwesta PDK’ê, çalakiya konvedanê li dar xist.

Tê payîn çalakiya konvedanê mehekê bidome. Yekitiya Ciwanên Rojava, Yekitiya Ciwanên Ereb a Demokratîk, Yekitiya Jina Ciwan, Ciwanên MSD'ê, Ciwanên PYD'ê û her wiha ciwanên Reqa, Minbic û Dêrazorê tev li çalakiyê bûn.

Hemleya 'Serî hilde' derbasî roja xwe ya dehemîn bû. Rexmî germahiya zêde jî ciwan di çalakiya xwe de heta ku PDK helwesta xwe li hemberî zêdegaviyên dewleta tirk xuya bike û destûr bide ku ciwan derbasî Başûr bibin û piştgiriya hemleya ciwanên Başûr bikin ku xwe wek mertalên zindî li hemberî êrîşên dagirkeriya tirk bi kar anîne, berdewam in.

Bername û çalakiyên konvedanê

Ciwanên her herêmekê ji bo du rojan nobetdariya çalakiya konvedanê dikin. Çalakî ji serî sibehan dest pê dikin û heta derengiya şevê didomin. Gelek çalakî tên lidarxistin, her wekî danîna semîneran, pêşkêşkirina sînevîzyonên li ser berxwedana şehîdan. Rojane bi sedan şênî ji bajarên kantona Cizîrê û endamên saziyên sivîl ji bo piştgiriya ciwanan serdana çalakiya konvedanê dikin.

Endamê rêveber ê Yekitiya Ciwanên Rojava Ferhad Zagros ji ajansa Hawarê re armanca çalakiyên xwe vegot: "Armanca me piştgiriya berxwedana Qendîlê û li hemberî dagirkeriya tirk bisekinin. Lê hikumeta PDK'ê pêşî li ber mafên me di parastina xak û namûsa xwe de digire. Dagirkeriya tirk dibîne ku gelê kurd di hemû aliyên siyasî û leşkerî bi ser ketiye, ji ber wê êrîşî herêmên bakurê Sûriyeyê, Qendîl û başûrê Kurdistanê kir."

Her wiha endamê rêveber ê Yekitiya Ciwanan Zagros destnîşan kir ku ew rojane bi gelek çalakiyan radibin, her sibeh semîner tên dayîn û her wiha ciwanên kurd û ereb axaftinan dikin û wiha got: "Hemû ciwanên Bakurê Sûriyeyê û ciwanên kurd ji hemû aliyên Kurdistanê piştgiriya xwe û beşdarbûna xwe ji bo parastina ax û namûsê tekez dikin."

Ciwanê bi navê Qendîl yê ji pêkhateya ereb ji navçeya Til Koçer tev li çalakiyên konvedanê bûye tekez kir ku ew wek ciwanên ereb piştgiriya hemû ciwanên ku li hemberî dagirkeriya tirk disekinin û wiha got: "Di çarçoveya piştgiriya ciwanên başûr de, em heta derbasbûna Qendîlê di çalakiyên xwe de berdewam in."

Tê payîn ku nûner û endamên rêxistinên ciwanan ji hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê tev li çalakiya konvedanê bibin.

(şx/ew)

ANHA