Çeteyên dewleta Tirk yek jê jin 9 efrînî revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yek jê jin 9 sivîl ji navçeya Mabata revandin û piştî êşkenceyê ew birin cihekî ne diyar.

Çeteyên dewleta Tirk yek jê jin 9 efrînî revandin
2 tebax, 2018   07:15

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Damiliya yê girêdayî navçeya Mabata ji ajansa me re raghand ku koma çeteyên tirkiyê yên bi navê Tabûra 112 û Firqeya Sultan Mûrad yek jê jin 9 sivîl ji gundê Damiliya ya girêdayî navçeya Mabata, revandin.

Li gorî çavkanî navên kesên hatine revandin wiha ne: Seydo Silêman Hîcî (25), Newaf Welîd Elo (18), Avdar Rifet Elo (18), Çeger Hisên Abdullah (35), Mihemed Elî Hîcî Umer (65), Ehmed Mehmûd Hemo bi navê Ebû Cebel (35), Elî (65), Fatime Fexrî Elî (49), Fexrî Qadir Elî (35). Li gorî heman çavkanî kesên hatine revandin hatine êşkencekirin û çeteyan ew birin cihekî ne diyar.

Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dagirkeriya tirk ve, artêşa dagirker û çeteyên wê bi sedan sivîlên Efrînê revandin û çarenûsa wan ne diyar e.

(kc)

ANHA