Şengal; ji êşa qirkirinê ber bi serkeftina îradeyê ve-3

Civaka Êzidî  di pêvajoyên dîrokê de gelek êş û azar, wêranî û koçberî jiyan kir, êşa herî dawî jî ew fermana dawî bû, ku hemû aliyan ixanet li wan kir. Li hember vê fermanê tenê du rê li pêşiya civaka Êzidî mabûn, an dê weke ol û civak û çand û ax tune bibin û koçber bibin, an jî dê liber xwe bidin û di doza xwe ya dîrokî de guhrîneke bingehîn pêk bînin.

Şengal; ji êşa qirkirinê ber bi serkeftina îradeyê ve-3
2 tebax, 2018   04:20

ALAN ROJ /NAVENDA NÛÇEYAN

Di pêvajoya fermanê de, serketina yekemîn a Şengaliyan ew bû ku li dora hêzên Rojava yên ku ew ji komkujiyê rizgar kirin, bûne yek û yekser Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ'ê ava kirin, bi gel û hêzên li Rojava û hêzên Gerîla re ketin nava seferberiyê, ji xwe wê demê endamê rêveberiya navendî ya Koma Civakên Kurdistan Murad Qereyilan ragihand ku ew ê bi armanca parastina gelê Êzidî hêzên Gerîla bişînin Şengalê.

Di berxwedana çiyê de gavên dîrokî

Çiyayê Şengalê, ku bi deh hezaran Êzidiyên ji hovîtiya DAIŞ'ê revîn, xwe lê girtin, tenê ji hêla 12 şervanên Gerîla ve dihate parastin, li gel wan jî çend endamên Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî TEV-DA hebûn. Bi berxwedaneke dîrokî karibûn çiyê biparêzin û herdû deriyên çiyê (Bab Kirs û deriyê bajêr) bigrin, bi vî awayî rê li pêşiya çeteyan girtin û çend siwareyên wan ku hewl dan xwe bighînin çiyê şewitandin.

Di vê navberê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) korîdoreke bi ewle di navbera çiyê û Rojava de ji aliyê bajarokê Ceza ve vekirin û bi deh hezaran welatiyên Êzidî rizgar kirin. Welatiyên ku gihiştin çiyê jî li wir li kêleka hêzên YBŞ'ê û Gerîla bi cî bûn, paşê çeteyan gelek hêz anîn û derdora çiyê girtin û li eniyên Rojava jî şer gur bû.

Ji Ceza ber bi çiyê ve hemleya rizgarkirinê

Her kes li benda saeta sifrê bû, bi taybet ciwanên ku tevlî YBŞ'ê bûbûn. Di destpêka çileya sala 2014'an de YBŞ'ê hemleyeke leşkerî ya mizin ragihand, bi armanca şikandina dorpêça li dor çiyê û rê ji welatiyên mane re veke xwe bighînin çiyê.

Ji Sinûnê ta bi Xanesorê û li bejahiya di navbera Rojava û çiyê de berxwedaneke dîrokî hate nîşan dan û şerên efsaneyî rû dan, di encamê de şervan gihiştin çiyê û rê bi tevahî hate parastin, pêre jî gelê Êzidî  ji bo xwe jinûve ava bike û birêxistin bike gavên dîrokî hatin avêtin û pêvajoya tolhildana komkujiyê dest pê kir.

Ji bo xwe rizgar bikin, gava yekemîn rêxistina civakê bû

Ji bo parastina bi hezaran kesên ku xwe spartine çiyê û ji bo ku gelê Êzidî ji ferman û komkujiyan bê parastin, pêwîstî bi rêxitinkirina civakê hebû. Civaka Êzidî têgihişt ku ji ber wan pişta xwe dabûn hin aliyên din, komkujî pêk hat.

Di 14'ê meha kanûnê sala 2015'an de gelê Êzidî civîna xwe lidar xist, rewşên xwe yên civakî û ewlekarî û xizmetguzarî nirixandin, di encama nirxandinan de jî Meclisa Damezrêner a Şengalê ragihandin.

Jin xwe ava dike, cara yekemîn çekan hildigre û tola jinên hatine revandin hiltîne

Di pêvajoya berxwedana Şengalê de, yek ji destkeftiyên dîrokî, ku guhrîneke bigehîn di civaka Êzidî  de pêk anî, pêşketina di qada jinên Êzidî de bû. Jinên Êzidî  di nava dîrokê de ji aliyê deshilatdariya mêr ve bi salan hatibû çewisandin. Lê van jinan ji berxwedana jinên rojava û bi taybet a şervanên YPJ'ê, di mijarên rêxstinî, parastin û berxwedanê de, hin ders û tecrube girtin. Di Sibata sala 2015'an de komek jinên Êzidî  damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê – Şengal ragihandin û li eniyên bakur û başûrê çiyê, bi çalakî tevlî berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê bûn. Her wiha di hemleya rizgarkirina Reqayê de tola jinên Êzidî  vedan.

Di hêla rêxistinî de jî jinên Êzidî  meclisên xwe yên taybet ava kirin û kar û barên xwe yên civakî xizmetguzarî û perwerdeyê birêve birin, di encamê de di 25'ê êlûna 2016'an de Tevgera Jinên Êzidxanê hat damezrandin, ji bo pêşxistin û perwerdekirina jinên Êzidî  da ku karibe civaka xwe rizgar bike û di rêveberiyê de cihê xwe bigre.

Tevî ambargoyê, meclisan dest bi karê perwerde û xizmetguzariyê kirin

Li çiyayên şengalê êş û azarên jiyanê û êrîşên çeteyan her dewam kirin, lewma di mijarên pêşxistina perwedeyê û xizmetguzarî û tenduristiyê de, gelek pirsgirêk derdiketin pêşiya meclisan, lê hewildanên meclidan jî bi dawî nebûn û li gorî derfetên heyî gavên girîn avêtin. Destpêkê ji bo peydakirina ava vexwarinê û avdana çandiniyê bîrên avê kolan,  piraniya erda çiyê bû cihên çandiniyê. Li ser daxwaza Meclisa Şengalê, Saziya Zimanê Kurdî ya rojava jî gelek mamoste rêkirin şengalê û li seranserî çiyê dibistan hatin vekirin da ku zarok karibin xwendina xwe teman bikin, her wiha bi alîkariya rêveberiya xweser a rojava şaredariyên gel û saziyên xizmetguzarî û tenduristiyê hatine ava kirin.

Di encama van xebatan de binesaziyeke bi hêz hate ava kirin, niha li çiyê û bajêr bi dehan dibistan û paymangehên amadekirina mamosteyan hatin vekirin, di hêla tenduristiyê de jî 3 nexweşxane hatine vekirin û hemû pêdivî xebatkarên wê hene û alîkariyên tenduristî pêkêşî welatiyêj çiyê û bajaran dike, her wiha rêyên bazirganiyê di navbera Şeglan û rojava, herma Kurdistan û Mûsilê jî hatine vekirin û abûriya welatiyan geş dibe.

Civak amade ye, projeya rêveberiya xweser dê fereh bibe

Piştî rêze destkeftiyên di qadên civakî, rêxistinî, parastin û xizmetguzarî de, êdî civaka şengalê dest bi xebatên siyasî kir. Di 6'ê meha hezêrana 2016'an de 6'mîn kongreya Tevgera Azadî û Demokrasî ya Şengalê hate lidar xistin, di encamê de û ji bo pêşxistina xebatên siyasî, tevgerê xwe wek Partiya Azadî û Demkorasiyê ya Êzidî (PADÊ) ragihand, ku ev partî dê wek partiyeke fermî li Iraqê û di hilbijartinan de nûneriya gelê Êzidî bike.

Gaveke din a dîrokî di qada siyasî de, ew bû ku Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê di tebaxa sala 2017'an de projeya ''Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Êzidxanê'' pêşkêş kir, proje ji 23 xalan pêk tê û têde tê xwestin ku di bin çavdêriya navneteweyî, kurdî û Iraqî de mecliseke gel bê ava kirin, di meclisê de hemû pêkhateyên civaka Êzidî  yên li Şengalê dijîn cih bigrin û hêzên leşkerî û asayişa Êzidxanê bibin hêzên serkeke yên parastina Êzidxanê.

Rêveberiya Şengalê: em hewl didin ku lihevhatina herî mezin a pêkhatiyên Şengalê ava bikin

Di derbarê geşedanên rêxistinî û siyasî li Şengalê, rêvebera Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Heco bersiva pirsên ajansa me dan, Heco diyar kir ku civaka Êzidî di nava pêvajoya 4 salên berxwedan û rizgarkirinê û xebatên rêxistinî de,  gelek astengî derbas kirin ''tevî ku me rêveberiya xwe ya xweser pêş xist û me projeyek pêşkêş kir ku hemû mafên me û mafên pêkhateyan diparêze, me li her gund û navçe û bajar û taxan meclisên xwe ava kirin jî, lê em hewil didin ku xwe bighînin hemû kom û rêxistinên herêmê û lihevhatin û hevbendiyeke mezin ava bikin û jiyaneke bi rumet bi hev re bijîn''.

Di derbarê têkiliyên di navbera Bexda û rêveberiya Şengalê de Heco ev tişt anîn ziman ''Hevdîtinên fedyok hene, tevî ku em wek meclis li gorî zagonên Iraqê tevdigerin, yekîneyên me û meclisa me di mijarên xizmetan û parastinê de barê hikûmeta navendî sivik kiriye jî, lê rêveberiya Iraqê bi hişmendiya desthilatdarî û çewisandina gelan tevdigere, lê em hewil didin ku ji bo çareseriyê hîn bêhtir nêzî hev bibin.

(k)

ANHA