Şêniyên Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kirin

Şêniyên herêma El-Cezrat ya bejahiya rojava ya Dêrazorê, cenazeyê şervanê QSD`ê Firat Cezra dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bûbû, li Goristana Ş.Xidir El-Hemade ya li gundê Ebû Xeşeb, oxir kirin.

Şêniyên Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdekî xwe oxir kirin
1 tebax, 2018   11:59

DÊRAZOR

Şêniyan cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed El-Ehmed (Firat Cezra) ku di 31`ê Tîrmehê de şehîd bûbû, ji gundê El-Mekmel wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Ş. Xidir El-Hemade ya li gundê  Ebû Xeşeb.

Li goristanê merasîm bi torneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin.

Di merasîmê de, ji fermandarên QSD`ê Azad Dêrazor axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku şehîd ji bo rizgarkirina welatê xwe ji çeteyan canê xwe feda kir.

Ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Wefa Celal jî axivî û  got:ʺEm çiqas biaxivin em mafê şehîdan nadinê. Bi saya şehîdan em gihîştin vê astê.ʺ

Paşê, Wefa wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tiliyên dayîkan, şehîd Firat Cezra hate veşartin.

(kc)

ANHA