Li Reqayê nan baş e û ne buha ye

Komîteya Firin û Pêjiyanî ya girêdayî Şaredariya Gel a Navendî ya Meclisa Sivîl a Reqayê çavdêriyê li ser firneyên giştî û yên taybet ji aliyê ard de dikin. Her wiha buhaneyeke guncaw jî ji bo şêniyan diyar dikin.

Li Reqayê nan baş e û ne buha ye
Li Reqayê nan baş e û ne buha ye
Li Reqayê nan baş e û ne buha ye
1 tebax, 2018   12:33

FIDA El-Elî/ REQA

Piştî şervanên QSD`ê di 20`ê Cotmeha 2017`an de bajarê Reqayê  ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin,  Şaredariya Gel a Navendî hate avakirin û komîteya Çavdêrî ya Pêjiyanî ji bo şopandina firneyên giştî û taybet û yekkirina nirxên nan, dest bi karê xwe kir.

Komîta Pêjiyanî 26`ê ruxset radestî firneyan kirin. Buhaya her kîlok nan bi 85 L.S ye, û nanê siyahî jî bi 170 L.S tê firotin.

Serokê Komîteya Pêjiyanî ya Şeredariya Gel Mustefa Ebas axivî û got:ʺNanê me baş e, lê sibehan  qerebalix ji ber zêdebûna welatiyan çêdibe.ʺ

(ekîb)

ANHA