'Dengê Jiyanê' weşana xwe li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir

Radyoya "Dengê Jiyanê" ku bi zimanê Erebî weşana xwe dike îro li seranserî herêmên Cizîr û Firatê piştî weşana test dest bi weşana xwe dike.

'Dengê Jiyanê' weşana xwe li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
'Dengê Jiyanê' weşana xwe li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
1 tebax, 2018   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya xwebatên pêşxistina çapemenî û ragihandina azad li Bakurê Sûriyeyê de Radyoya "Dengê Jiyanê" di 15'ê Tîrmehê de dest bi weşana xwe ya test kir. Kadroya radyoya "Dengê Jiyanê" ji 13 endaman pêk tê, her wiha toreyeke nûçegihanan ji xwe re li seranserî bajarên Bakurê Sûriyeyê erkdar kirine.

Radyoya "Dengê Jiyanê" hewl dide rêgezên netewa demokratîk û jiyana hevbeş belav bike û hewl dide dengê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ragihîne.

Piştî weşana test îro radyoyê weşana xwe ya fermî dest pê kir. Radyo rojane bernameyên xwe ji saet 07:00'an heta 19:00'an diweşîne û tê payîn ku dema weşana xwe zêde bike û 24 saetan de weşana xwe bike.

Li gorî endamên rêveberiya radyoyê wan 15 bernameyên siyasî, çandî, civakî, xizmetguzarî, aborî û folkloric amade kirine û dê bernameyên pêşbirkan jî biweşînin her wiha dê bala xwe bikişîne ser rengîniya çandî ya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê.

Radyo "Dengê Jiyanê" rojane dê sê toreyên nûçeyên berfireh biweşîne û dê buyerên girîng ên herêmê bi giştî ragihîne. Her wiha dê raporên taybet ku dê ji aliyê nûçegihanan ve bêne amadekirin biweşîne.

Radyoya "Dengê Jiyanê" li ser pêla FM 106.5 tê weşandin.

ANHA