Zerîf bersiva Trump dide: rêbazên têkliyên giştî bê sûd in

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf şevê din bersiva daxuyaniya dawî ya serokê Amerîka Donald Trump da û piştrast kir ku gefxwarin û ceza û rêbazên têkliyên giştî yên Amerîka ti sûd jê nayên wergirtin.

Zerîf bersiva Trump dide: rêbazên têkliyên giştî bê sûd in
1 tebax, 2018   11:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bersiva pêşniyara ji nuşka ve ya Trump ya danûstandinên bê merên pêşwext da û li ser rûpela xwe ya Tiwîterê wiha got: "Îranê û Amerîka du salan danûstandin dane meşandin".

Zerîf wiha domand: "Me bi sê aliyên mezin (Yekîtiya Ewropa, Rûsya û Çîn) re li hev kir û hevpeymaneke piralî (hevpeymana nuklerî) îmze kir. Di vê Amerîka ji ber vekişandina xwe ji hevpeymanê tenê lomeyan ji xwe bike ku ji maseya danûstandinan dûr ketiye."

Zerîf destnîşan kir ku gefxwarin û ceza û rêbazên têkliyên giştî ti sûd jê nayê wergirtin û wiha domand: "Rêzdariya li hemberî Îraniyan û xwedî derketina li pîvanên navnetewî biceribînin."

Trump roja duşemê ragihand ku ew ji danûstandina bi rayedarên Îranê re vekirî ye.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Îranê Ebdriza Rehmanî Fezlî jî bersiva Trump a diyaloga bi rayedarên Îranê re da û got ku Amerîka ne hêjayî baweriyê ye.