Cotkarên Eyn Dîwarê ji ber êrîşan li cihên din çandiniyê dikin

Piştî ku dewleta tirk a dagirker nehîşt ku cotkarên gundê Eyn Dîwerê bexçeyên nêzî sînor biçînin, herêma Cizîrê yek ji herêmên ku zebzeyên xwe jê dianîn, winda kir. Lê cotkarên Eyn Dîwarê berê xwe dane gundên din û li wir çandinî kirin, da ku beşekî ji xesra xwe vegerînin.

Cotkarên Eyn Dîwarê ji ber êrîşan li cihên din çandiniyê dikin
Cotkarên Eyn Dîwarê ji ber êrîşan li cihên din çandiniyê dikin
Cotkarên Eyn Dîwarê ji ber êrîşan li cihên din çandiniyê dikin
Cotkarên Eyn Dîwarê ji ber êrîşan li cihên din çandiniyê dikin
Cotkarên Eyn Dîwarê ji ber êrîşan li cihên din çandiniyê dikin
1 tebax, 2018   09:27

AMARA CÛDÎ – ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Ev du salin ku artêşa tirk a dagirker nahêle ku cotkarên gundê Eyn Dîwerê yê girêdayî herêma Dêrikê  zeviyên xwe ên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê biçînin. Artêşa tikr a dagirker guleyan diavêje her kesê ku diçe nava zeviyên xwe û di encama wê de gelek sivîl birîndar bûn.

Ji ber kiriyarên artêşa tirk a dagirker cotkaran nikarîbûn nêzî 50 hezar donim ku pêdiviyên şêniyên herêma Cizîrê ji zebzeyan bicih dianî, biçînin.

Lê cotkarên Eyn Dîwerê ji kiriyarên dagirkeriya tirkiyê re teslîm nebûn. Vê carê berê xwe dan gundê Çem Şeref û Şekir Xaçê yên girêdayî herêma Dêrikê yên li ser qiraxa çemê Dijle û li wir dest bi çandiniyê kirine.

Di dawiya demsala zivistanê de cotkarên Eyn Dîwerê amadekariyên çandina havînê dikin. Di hewşên xwe de şitlan diçînin û bi hêvî ne ku di nava zeviyên xwe yên li ser sînor, biçînin.

Ji ber vê yekê Buroya Çandiniyê ya girêdayî Desteya Çandiniyê ya herêma Cizîrê zeviyên li gundê Çem Şeref beramberî periyên kêm da cotkaran. Ew zevî jî girêdayî buroyên Çandiniyê yên girêdayê Rêvebriya Xweser in.

Cotkar di wan zeviyan de gelek zebzeyan diçînin.

Cotkarê bi navê Izedîn Abdulla yê ji şêniyên gundê Eyn Dîwarê ye ku niha li gundê Çem Şeref karê çandiniyê dewam dike got artêşa tirk guleyan ber bi şênî û cotkaran ku diçin nava zeviyên xwe direşînin û nahêlin ku şênî nêzî zeviyên xwe bibin, artêşa tirk bi vê yekê dixwaze ku şêniyên neçar bimînin ku ji malên xwe derkevin.

Abdullah destnîşan kir ku zeviyên Eyn Dîwarê pêdiviyên herêma Cizîrê ji zebzeyan bi cih di anîn û damara  sereke aboriya şêniyên herêmê bû, ji ber ku li herêmê çandinî zêde ye û şêniyên herêmê çandinyê esas digrin û got:ʺLê di vê demê de ji ber kiryarên artêşa tirk a dagirker berhemên wan pir kêm bûn.

Buhabûna semad û dermanan bandoreke neyînê li berheman kir

Li gorî cotkar Izedîn Abdullah ne tenê kiryarên artêşa tirk a dagirker xema cotkaran e, di vê salê de gelek nexweşî û kêzik derketin her wiha germahiya meha Tîrmehê û buhabûna semadê û dermanên mêşûmoranj jî bandoreke neyînî li berheman kir.

Komîteya parastina berheman alîkariyên pêwîst pêşkêş kir

Li gorî Endiziyar û yek ji rêvberên komîteya Parastina Berheman Fehed Elawî tekez kir ku derketina kêzka Kilorada zerar li zeviyan kir. Elawî destnîşan kir ku ji bo reşandina derman komîteyên fenî rê û rêbaz ji cotkaran re gotin.

Elawî di berdewamiya axaftina xwe de got berhem ji aliyê miqdar û berhem başin û bi taybet piştî rê û rêbazên reşandina derman hatin gotin. Di dawiyê de Elawî destnîşan kir ku ew weke komîteya Parastina Berheman dê pêwîstî û alavên ji bo reşandina dermanan ji cotkaran re pêşkêş bikin.

(bx)

ANHA