Asayîşê toreyeke bazirganên şûnwaran girt

Hêzên Asayîşê li bajaroka Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê bi ser toreyeke qaçaxciyên şûnwarên dîrokî ve çû û girtin. Asayîşê du parçeyên dîrokî li ba wan dîtin ku hewl didan bifiroşin bazirganekî Îraqî û herdu parçe desteser kirin.

Asayîşê toreyeke bazirganên şûnwaran girt
1 tebax, 2018   09:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniya Hêzên Asayîşê ragihand ku ew di çalakiyeke xwe de li pey toreyeke qaçaxciyên şûnwaran çûne û di encamê de bi ser cihê bazirganên şûnwarên dîrokî de çûne û gelek endamên toreyê ku du parçeyên şûnwarên dîrokî di destên wan de bûn girtin.

Navendê diyar kir ku endamên toreyê di roja duşemê 30'yê Tîrmehê de li bajaroka Çilaxa hatine girtin.

Endamekî Rêveberiya Buroya Sûcdariyê ya girêdayî Hêzên Asayîşa Çilaxa diyar kir ku wan li ser agahiyên taybet ji wan re hatine, 4 kes girtine ku bazirganî û qaçaxtiya parçeyên şûnwarên dîrokî dikin li bajaroka Çilaxa girtine.

Di lêpirsînan de endamên toreyê li xwe mukur hatin ku wan hewl dida van du parçeyên şûnwarên dîrokî bifiroşin bazirganekî Îraqî. Her çar kes hewaleyî Komîteya Gilîkariyê hatin kirin da ku cezaya xwe ya qanûnî bistînin.