Li Kobanê berhevkirina sêvan dest pê kiriye

Cotkarên kantona Kobanê ya herêma Firatê ev hefteyek e dest bi berhevkirina hilberîna sêvan li deverên qiraxa çemê Firatê kirine.

Li Kobanê berhevkirina sêvan dest pê kiriye
Li Kobanê berhevkirina sêvan dest pê kiriye
Li Kobanê berhevkirina sêvan dest pê kiriye
1 tebax, 2018   09:28

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Gundên rojavayê Kobanê û bi taybet gundên li ser qiraxa çemê Firatê bi darên fêkê tê naskirin. Nemaze ji ber ku axa vê deverê dewlemend e û ava wê jî pir e. Di encamê de piraniya cotkaran darên fêkiyan çandin û di wergirtina debara malbatên xwe de ji xwe re esas digrin.

Gundê Boraz yek ji gundên li ser qiraxa çemê Firatê ye. 25 km ji navenda bajarê Kobanê dûr e. Bi çandina darên sêvan tê naskirin. Cotkaran beriya hefteyekê dest bi berhevkirina berhemên sêvan kirine.

Demsala berhevkirina sêvan di dawiya meha Tîrmehê de dest pê dike. Çandina darên sêvan li herêmê kêm e, nemaze ji ber ku pêdiviya xwedîkirina van daran bi xizmetek berdewam heye û li gorî darên fêkiyan ên din qezenca berhema sêvan jî kêm e.

Rojane cotkarên kantona Kobanê berhemên xwe dibin sûkên bajarê Kobanê û Minbicê li bazarên herêmî difiroşin.

Li gorî tê zanîn hejmara darên sêvan li kantona Kobanê derdora 1000 darî ye. Li ser qiraxa çemê Firatê û bi taybet li gundê Boraz hatine çandin. Gelek reng û tamên wê yên cûda mîna Ekstra, melekî, goldin û cebelî hene. Bi buhayên cûda li gorî başbûna wan têne firotin.

Di vê çarçoveyê de cotkarê bi navê Mistefa Hesen ji ajana ma ANHA'yê re got ku îsal di dawiya Zivistanê de baran zêde bariya ji ber wê bandoreke neyînî li berhemên îsal hat. Hesen diyar kir ku mûsimê sêvan ji sal heta sal ji aliyê berhem de tê guhertin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di dawiya meha Tîrmehê de berhevkirina darên fêkî li gundên li ser qiraxa çemê Firatê ya kantona Kobanê mîna sêv, tirî, fistiq û hwk din, dest pê dike.

(bx)

ANHA