Çete li Efrînê li ser parvekirina milkan şer kirin

Çeteyên artêşa tirk a dagirker li ser parvekirina mal û milkên sivîlên Efrînê şer kirin. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Çete li Efrînê li ser parvekirina milkan şer kirin
31 tîrmeh, 2018   15:23

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkakaniyên ji navenda bajarê Efrînê dane, li bajarê Efrînê li ser riya herêma Racoyê di navbera komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê şerên dijwar derket.

Heman çavkaniyî ragihandin ku şer li ser parvekirina milkên sivîlan bû û diyar kir ku kuştî û birîndarên çeteyan çêbû.

Gelek caran çeteyên girêdayî artêşa tirk li ser parvekirina mal û milkên sivîlan şer dikin.

ANHA