Çalakiyên li Besrayê didome û hêzên ewlekariyê mûdaxele dikin

Li parêzgeha Besrayê ya başûrê Iraqê bi sedan kes li ber avahiyê muhafeza çalakiyek lidar xistin. Hêzên ewlehiyê mudaxeleya çalakgeran.

Çalakiyên li Besrayê didome û hêzên ewlekariyê mûdaxele dikin
31 tîrmeh, 2018   14:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûna xelkên parêzgeha Besrayê ya başûrê Iraqê li hemberî Polîtîkayên hikûmeta Iraqê yên aborî, bêkarî, kêmbûna xizmetê, elektrîk û avê bê navber didome.

Çalageran îro li ber avahiya hikûmetê ya barêzgeha Besrayê kon vedan.

Di dîmenekê ku hatibû belavkirin, çalakgeran dirûşmeyên "Qîr bike bila her kes kom bibe, bêyî xwînê azadî ne pêkan e û ji gendeliyê re na" beriz dikin.

Çend roj pêş, komîteyên birêxistinkirina xwepêşandanan bi armanca şermezarkirina polîtîkayên hikûmeta Iraqê banga xwepêşandinên aştiyane kir.

Hêzên ewlekariyê mûdaxeleya çalakgeran kirin û kon rakirin. Her wiha gule ber bi aliyê çalakvanên ku dixwestin êrîşî buroyên hikûmetê û partiyên wê bikin berdan. Di encamê de kuştî û birîndarên çalakgeran çêbûn û hin din jî hatin girtin.