'Em ê terorê bi xwîna şehîdan têk bibin'

Bi sedan welatiyên devera Dêrikê û navçeyên Til Koçer, Çilaxa serdana konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Ehmed Selûm (Ehmed El-Sarî) ku dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bibû kirin û sersaxî ji malbeta wî re xwestin.

'Em ê terorê bi xwîna şehîdan têk bibin'
'Em ê terorê bi xwîna şehîdan têk bibin'
'Em ê terorê bi xwîna şehîdan têk bibin'
'Em ê terorê bi xwîna şehîdan têk bibin'
31 tîrmeh, 2018   10:42

QAMIŞLO

Bi armanca sersaxiya malbeta endamê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Selûm, bi sedan welatiyên devera Dêrikê û navçeyên Til Koçer û Çilaxa û gelek şervanên Hêzên Parastina Gel/Jin, endamên Hêzên Erka Xweparastinê û endamên hêzên Asayîş serdana konê sersaxiyê ku li gundê Silêman Sarî cihê jidayîkbûna şehîd Ehmed El-Sarî kirin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê hêzên leşkerî Şengal Til Koçer axivî û sersaxî ji malbeta şehîd Ehmed El-Sarî û hemû malbatên şehîdan re xwest. Şengal Til Koçer di axaftina xwe de diyar kir ku ked û fedekariya şervanan û bi xwîna şehîdan teror li herêmên Bakurê Sûriyeyê hatiye têkşikandin.

Şengal Til Koçer pesna lehengiya şervanan da û wiha got: "Bi fedekariya şervanan li ser eniyên berxwedanê efsaneyên dîrokî û lehengiyê tên nivîsandin. Bi fedekarî û lehengiya şervanan û bi xwîna şehîdan em ê aştiyê biafirînin."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Endamê Meclîsê Xelîl Berhem axivî û wiha got: "Niha li giştî herêmê felsefeiya Rêber Abdullah Ocalan di nava hemû pêkhateyan de bi cih bûye û rêgezên netewa demokratîk pêk tên." Berhem di axaftina xwe de gotineke şehîd Ezîz Ereb "Ez ê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn şehîd bibim" bi bîr anî.

Di merasîmê de her wiha li ser navê Kongra Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçer axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dubare kirin.

Di dawiya merasîmê de belgenameya şehadeta Ehmed Selûm (Ehmed El-Sarî) hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Merasîm bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA