Navên 34 kesên ku DAIŞ'ê ji Siwêda revandine aşkera bûn

Çavkaniyên ji gundê El-Şebkî yê girêdayî parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyeyê, navên 34 kesên ku çeteyên DAIŞ'ê revandine aşkera kirin.

Navên 34 kesên ku DAIŞ'ê ji Siwêda revandine aşkera bûn
31 tîrmeh, 2018   10:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê beriya çend rojan êrîşî bajar û gundewarên Siwêda ya başûrê Sûriyeyê kir û gelek teqîn pêk anîn. Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl ên Siwêda şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li dijî parêzgehê piştî rojekê ji hevdîtina Rûsyayê bi welatiyên bajêr re pêk hat ku welatiyên Siwêda rêbazeke rêveberiya xweser wekî herêmên Bakurê Sûriyeyê ragihand û nexwestin bi desthilatdariya rêjîmê ya komên çekdar ve bêne girêdan. Rûsya ji welatiyên Siwêda xwest parêzgehê radestî rêjîma Sûriyeyê bikin û welatiyan jî ev yek qebûl nekir û piştrast kirin ku ew girêdayî rêveberiya xwe ya herêmî ne.

Çavdêran ragihand ku rêjîma Sûriyeyê piştî ku serweriya xwe li ser Deraa û Xota ferz kir, hewl dide serweriya xwe li ser parêzgeha Siwêda jî ferz bike û sîstema ku pêkhateya dirûz li vir ji xwe re ava kirine, bi dawî bike.

Çavdêran destnîşan kir ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî bajarê Siwêda ku xwedî rêveberiyeke xweser e, bi erêkirina Rûsyayê û hêzên rêjîma Sûriyeyê pêk hatiye da ku xwe nîşan bidin ku tenê ew dikarin parastina parêzgehê bikin û rêveberiya xweser a dirûzan nikare parastinê bike.

Di komkujiya çeteyên DAIŞ'ê de li vir bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûn û birîndar bûn. Her wiha bi dehan welatiyên sivîl hatin revandin. Çavkaniyên ji gundê El-Şebkî navên welatiyên gundê El-Şebkî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, aşkera kirin û diyar kir ku piraniya wan ji malbata Ebû Emar in.

Nav û temenên kesên hatine revandin wiha ne:

1- Lemîs Hikmet Ebû Emar (8)

2-Fadiye Badî Ebû Emar (40)

3-Qusey Cewdet Ebû Emar (10)

4-Şehid Cewdet Ebû Emar (8)

5-Muhened Zoqan Ebû Emar (15)

6-Resmiyê Edîb Ebû Emar (50)

7-Suad Edîb Ebû Emar (45)

8-Raîde Sabir Ebû Emar (50)

9-Necwa Seyah Ebû Emar (35)

10-Yehrob Neşet Ebû Emar (10)

11-Lana Neşet Ebû Emar (12)

12-Reifet Neşet Ebû Emar (7)

13-Esma Nebîl Ebû Emar (6)

14-Serwet Fadil Ebû Emar (25)

15-Firyal Izedîn Ebû Emar (50)

16-Recwan Seîd Ebû Emar (11)

17-Meşahêl Seîd Ebû Emar (15)

18-Maniya Seîd Ebû Emar (13)

19-Meryem Seîd Ebû Emar (12)

20-Marî Seîd Ebû Emar (10)

21-Mîrana Hikmet Ebû Emar (10)

22-Eksem Hikmet Ebû Emar (9)

23-Lemîs Hikmet Ebû Emar

24-Zahiye Fewaz El-Cibahî (60)

25-Mulhêm Mehmûd El-Cibahî (10)

26-Yehrob Mehmûd El-Cibahî (8)

27-Xeyda Mehmûd El-Cibahî

28-Emwac Mehmûd El-Cibahî

29-Cûmana El-Şahêr

30-Zêne Cemîl Ebû Emar

31-Xisin Hesen Ebû Emar

32-Duha El-Cibahî

33-Ebîr Mişel Şilxîn

34-Merwa Îsam El-Ebaza (30)

ANHA