Kurdistaniyên li Lubnanê şehîdên komkujiyan bi bîr anîn

Kurdistaniyên ku li paytexeta Lubnanê Beyrûtê dimînin, şehîdên komkujiyên Til Eran, Til Hasil, Pirsûs û şehîdên teqîna Qamişloyê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Kurdistaniyên li Lubnanê şehîdên komkujiyan bi bîr anîn
Kurdistaniyên li Lubnanê şehîdên komkujiyan bi bîr anîn
Kurdistaniyên li Lubnanê şehîdên komkujiyan bi bîr anîn
30 tîrmeh, 2018   08:15

BEYRÛT

Li ser banga TEV-DEM`ê merasîma bîranîna şehîdên komkujiyên Til Eran, Til Hasil, Pirsûs û şehîdên teqîna Qamişloyê li Beyrûtê hate organîzekirin. Bi dehan kurdistaniyên ku li Beyrûtê dijîn tev li merasîma bîranînê bûn. Cihê merasîmê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Til Eran û Til Hasil, Pirsûs, şehîdên Qamişloyê, alên TEV-DEM, YPG û YPJ`ê hatibû xemilandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Lubnanê Diyar Qamişlo axivî û got ew bejna xwe li hemberî şehîdên azadiyê ditewînin. Qamişlo tekez kir ku gelek komkujî di ser gelê kurd re derbas bûn, lê ew ê berxwedana xwe da ku bigihîjin jiyana azad, dewam bikin.

Diyar Qamişlo di nava gotinên xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ji civaka navneteweyî xwest ku bi erka xwe li hemberî Ocalan rabe.

Merasîm bi dûrişmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(kc/ew)

ANHA