Rûsya ber bi dabeşkirina Idlibê ve diçe

Li rex xebatên li ber dawîbûna dosya başûrê Sûriyeyê, Rûsya niha hewl dide parêzgeha Idlibê dabeş bike da ku serweriya rêjîmê li vir misoger bike. Li Îraqê jî xwepêşandanên gel veguherîn mitîngan. Filistîniyan jî bi dilgermî pêşwaziya ciwanê bi navê Ehid El-Temîmî kirin piştî ku serbest hate berdan.

Rûsya ber bi dabeşkirina Idlibê ve diçe
30 tîrmeh, 2018   08:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên herêmê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser rewşa Sûriyeyê û bi taybet dosya Idlibê û mijarên girêdayî wê. Her wiha behsa xwepêşandanên Îraqê û rewşên Yemen û Filistînê jî kirin.

Rûsya hewl dide bi Tirkiyeyê re lihev bike û Idlibê dabeş bike

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê behsa gumana destpêkirina çalakiyeke leşkerî li Idlibê kirin. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pilana Rûsya bi riya 'karîdorekî bi ewle' ji rêjîmê re Idlibê 'dabeş' dike". Rojnameyê diyar kir ku pilaneke Rûsyayê heye û hewl dide bi riya lihevkirina bi Tirkiyeyê re parêzgeha Idlibê dabeş bike da ku riyeke bi ewle ji rêjîmê re were vekirin û karibe serweriya xwe li hin beşên başûr û rojavayê Idlibê ferz bike. Ev hewldan jî ji bo vekirina riya bazirganî bi herêmên beravê û baregeha Himêmîm a Rûsyayê re ye ku car bi car bi balefirên bêpîlot rastî êrîşan tê. Mosko ji aliyê xwe ve bang li fermandarên komên çekdar ên ne rewa kir ku vebijêra lihevhatina aştiyane li herêmên di bin serweriyên wan de ne bipejirînin.

Rojnameyê li ser navê hin çavkaniyên leşkerî diyar kir ku pilan ew e ku hêzên rêjîma dê ber bi bajarê Cisir Şixor û gundên rojavayî wê ve biçe û bigihêje herêma deşta El-Xab û baregeha leşkerî ya li gundewarê rojavayê Hemayê. Her wiha guman dike ku hêzên rêjîmê gundewarê rojavayê Idlibê ji herêmên di bin serweriya opozîsyonê de ne yên li gundewarê Laziqiyê ji hevûdu cûda bike. Her wiha diyar kir ku derbasbûna hêzên rêjîmê ya bajarê Cisir Şixor dê hêsan be.

Tirkiye di amadekariya şerê Idlibê de çeteyên xwe komî ser hevûdu dike

Rojnameya El-Ereb girêdayî heman mijarê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Tirkiye tabûrên li Idlibê komî ser hev dike da ku ji şerê hêzên El-Esed re amade bin". Rojnameyê ragihand ku tabûrên li bakurê Sûriyeyê dê artêşekê ava bikin da ku li hemberî hêzên hikûmetê derbikevin ku piştî şerê li başûrê Sûriyeyê bi dawî kir niha ber bi Idlibê ve diçe.

Rojnameyê diyar kir ku çavkaniyan piştrast kirine ku biryara komkirina tabûran di bin yek sîwanê de li ser zexta Tirkiyeyê pêk tê ku gefan dixwe ku êrîşa li dijî Idlibê dê riya Atana têk bibe.

Lûtkeya çaralî ya girêdayî Sûriyeyê û Enqere ji bo rawestandina êrîşa li dijî Idlibê stûxariyê ji Rûsiyayê re dike

Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Lûtkeya Rûsya, Tirkiye, Fransa û Almaniya ya girêdayî Sûriyeyê di Îlûnê de". Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan ragihand ku serokên Tirkiye, Rûsya, Fransa û şêwermenda Almaniya dê di 7'ê Îlûnê de li Stenbolê civînekê lidar bixînin û dosya Sûriyeyê gotûbêj bikin.

Rojnameyê girêdayî wê diyar kir ku Tirkiye gelek pêşniyar pêşkêşî Rûsyayê kirine da ku êrîşa li ser Idlibê bişkîne û hebûna rêxistinên terorîst di bajêr de bi dawî bike. Çavkaniyên Rûsî û Sûrî ragihandin ku hin çavkaniyên nêzî hikûmeta Tirkiyeyê diyar kirine ku Enqere pilaneke di bin navê "kaxeza spî ya der barê Idlibê de" pêşkêş kiriye.

Rêjîm gefxarinên DAIŞ'ê ya bidarvekirina rehîneyan paşguh dike

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm gefxarinên DAIŞ'ê ya bidarvekirina rehîneyan paşguh dike". Rojnameyê diyar kir ku rêjîm gefxwarinên DAIŞ'ê ya bidarvekirina rehîneyên ku ji Siwêda revandine paşguh dike û di heman demê de êrîşên xwe li dijî devera Geliyê Yermûk ku çeteyên DAIŞ'ê têde bi cih bûne berdewam dike.

Rojnameyê li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kirk u artêşa Sûriyeyê gelek deverên di bin serweriya rêxistina DAIŞ'ê de mane topbaran dike û ber bi bajaroka El-Şecera ve diçe.

Rojnameyê li ser navê çavkaniyekî ne Sûrî yê nêzî Şamê diyar kir ku artêşê êrîşa xwe rawestandiye, lê ne ji bo rehîneyan e, lê belê ji ber mijarên lojestîk e.

Ebadî Wezîrê Kehrebeyê ji kar avêt

Girêdayî mijar û aloziya Îraqê rojnameyan behsa biryara serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ya jikar avêtina Wezîrê Kehrebeyê kirin û diyar kirin ku xwepêşandan veguherîne mitîngan. Rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ebadî ji bo şikandina hêrsa xwepêşandêran destê Wezîrê Kehrebeyê dikişîne." Rojnameyê diyar kir ku serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî Wezîrê Kehrebeyê Qasim El-Fehdawî ji kar avêt da ku hêrsa xwepêşandanan bişkîne.

Xwepêşandan vediguherin mitîngan

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî girêdayî mijarên Îraqê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandanên li Îraqê vediguherin mitîngan". Rojnameyê ragihand ku bi sedan xwepêşandêrên Îraqê li nêzî du navendên petrolê yên stratejîk li parêzgeha Besra kon vegirtine û bi dehan li pêşiya Dîwana Parêzgeha Besra kom bûn û banga bersivdayîna daxwaza xwepêşandêran kirin. Li nêzî navenda rojavayê El-Qirnê 1 xwepêşandêran kon vegirtin.

Di dîplomasiya Yemenê de guhertin pêk tên

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Yemen karmendên şandeyên dîplomasî kêm dike" rojnameyê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Xalid El-Yemanî behsa çalakiyên guhertinan di dîplomasiya Yemenê de dike û di nava wê de rewşa niha ya sefaretan û kadroyên wan hene.

Rojnameyê li ser navê hin çavkaniyan ragihand ku dîplomasiya Yemenê û sefaretên wê ji aliyê Hosiyan ve rastî xerabkirinê tên û ji bo sererastkirina rewşa sefaretan gavên mezin dê bêne avêtin û rewşa siyasî ya dîplomasî û rewşa sefaretan û kadroyên wan dê bêne sererastkirin û hejmara karmendan jî dê were kêmkirin û wiha got: "Hejmarekî dîplomasî û îdariyan a mezin li derveyî welat dixebitin weke ku em dewleteke mezin in."

Filistîniyan bi dilgermî pêşwaziya Ehid El-Temîmî kirin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ehid El-Temîmî piştî serbestberdanê: berxwedan berdewam e". rojnameyê diyar kir ku welatiyên Filistînê duh bi dilgermî pêşwaziya ciwanê bi navê Ehid El-Temîmî kirin piştî ku Îsraîlê serbest berda û weke rayedar û sembola nifşa nû ya ciwanan a Tevgera Niştimanî ya Filistînê hate destgirtin.

Ehid El-Temîmî di 19'ê çileyê de hate girtin piştî ku sîleyek li efserekî Îsraîlê da dema ku bi ser hewşa mala wê de hat.