Koalîsyona navnetewî alavan ji Dêrazorê re pêşkêş dike 

Koalîsyona navneteweyî îro 5 ambulans ji Desteya Tenduristiyê re û 2 erebe ji Komîteya Xizmetguzarî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê re pêşkêş kirin.

Koalîsyona navnetewî alavan ji Dêrazorê re pêşkêş dike 
Koalîsyona navnetewî alavan ji Dêrazorê re pêşkêş dike 
30 tîrmeh, 2018   08:28

DÊRAZOR

Îro beşa sêyemîn ji erebeyên biçûk ên ku ji koalîsyona navdewletî hatine pêşkêşkirin, gihaştin Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi armaca alîkariya Komîteya Tenduristiyê û nexweşxaneyan û Komîteya Xizmetguzariyê.

Erebeyên ku ji aliyê koalîsyona navdewletî ve hatine pêşkêşkirin, 5 ambulans in û 2 erebe jî ji Komîteya Xizmetguzeriyê re hatin pêşkêşkirin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsiv diyar kir ku dê erebeyan bi rengekî sereke derbasî herêmê bikin da ku xizmeta welatiyan were kirin.

Dê ambulans werin dabeşkirin û dê li nexweşxaneyên herêma El-Kesra , El-Bisêra û yên gundewarên rojhelat bên belavkirin.

Tê zanîn ku koalîsyona navneteweyî du beşên alîkariyan beriya demekê pêşkêş kirin û ji wan jî alavên giran ji Komîteya Xizmetguzeriyê û şaredariyan re hatin pêşkêşkirin.

(ekîb)

ANHA