Li Reqayê 400 cenaze ji goreke komî derketin

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên rakirina cenazeyên mirovan li Baxçeyê Sewalan bi dawî kir. Tîmê 400 cenaze ji baxçe rakirin.

Li Reqayê 400 cenaze ji goreke komî derketin
Li Reqayê 400 cenaze ji goreke komî derketin
Li Reqayê 400 cenaze ji goreke komî derketin
30 tîrmeh, 2018   07:45

XALID CUMA / REQA

Xebatên derxistina cenazeyan ji gorên komî ku çeteyên DAIŞ`ê bi rengên hovane sivîl qetil dikin û dikirin wan goran, ji aliyê Tîma Destwerdana Destpêkê bê navber dewam dike. Di vê çarçoveyê de, bi hevkariya şêniyên taxa El-Bedo ya bajarê Reqayê, Tîma Destwerdana Destpêkê goreke komî ya nû li Baxçeyê Sewalan dît. Di gora komî de, li gorî tîmê 400 cenazeyên mirovan hatin rakirin.

Ji rêveberên Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir El-Xemîs têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: ʺEm xebatên rakirina cenazeyan ji bajar û derdora bajarê Reqayê berdewam dikin. Heta niha me hezar û 650 cenaze rakirin. Piraniya gorên komî bi hevkariya şêniyan hatin dîtin.ʺ

El-Xemîs bang li şêniyên bajar kir ku ger komên gorî yan jî cenaze dîtin, yekser Tîma Destwerdana Destpêkê agahdar bikin.

Tîma Destwerdana Destpêkê

Tîm girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ye û bi destpêkirina pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina bejahiya bajarê Reqayê re hate avakirin. Bi demê re, endamên Tîma Destwerdana Destpêkê xebatên xwe bi pêş xistin û bûne pispor.

Endamên tîmê ji bo derxistina cenazeyan tevî derferên kêm, pir bi baldarî kar dikin. Di nava endamên tîmê de bijîşkek jî heye û ew jî cenazeyan tevî belgeyan îspat dike.

Piştî ku cenaze tên derxistin û tên belgekirin, li goristanan têne veşartin.

(kc/ew)

ANHA