Kongreya Star banga rizgarkirina jinên Siwêdayê ji destê DAIŞ'ê kir

Kongreya Star a Kantona Hesekê bang li civata navdewletî kir ku bi lez li hember çeteyên DAIŞ'ê bisekinin û jinên Siweydayê yên ku hatine revandin rizgar bikin. Her wiha soza berdewamkirina têkoşîn ta rizgarkirin hemû jinên Sûriyeyê dan.

Kongreya Star banga rizgarkirina jinên Siwêdayê ji destê DAIŞ'ê kir
29 tîrmeh, 2018   19:41

HESEKÊ

Dehan endamên Kongreya Star a Kantona Hesekê li ber Navenda Kongreyê li taxa El-Nasra ya bajarê Hesekê kom bûn û ji bo şermezarkirina binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê der heqê jinên parêzgeha Siweydayê de daxuyanî dan û banga bi lezkirina rizgarkirina wan kirin

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Evîn Paşo ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

"Bi belavkirina û bilindkirina deng û navê jinê di hemû aliyên siyasî, leşkerî û rêxistinê re, jin di her aliyan de rastî êrîşan hat. Di çarçoveya bûyerên ku li herêmê diqewimin û bandor li ser hemû pêkhateyan dikin, jin ya herî ku ji van bûyeran bandor dibin û encamên van bûyeran ji kuştî û zulimê heta revandinê bigire hil digire.

DAIŞ'a terorîst ji destpêka ku xwe ava kiriye hemû netew û olan hedef digire. Ji binpêkirinên wî yên herî dawî, di 25-7-2018'an de ku êrîşek berfireh li ser parêzgeha Siweydayê û gundewarên wê pêk anî. DAIŞ di êrîşên xwekuj de sedan sivîl di nav de jin û zarok qetil kirin. DAIŞ xwest bi riya van êrîşan ewlehî û aramiya herêmê hedef bigire û têkçûna xwe li Sûriye û Iraqê veşêre.    

Ev êrîşa li ser Siweyadyê, êrîşên DAIŞ'ê li ser Kobanê keleha berxwedanê, revandina jinên Şengalê û binpêkirin û şêwazên wan der heqê jinên Êzîdî de tînin bîra mirov. Îro ev sînaryo der heqê jinên El-Siweydayê de dubar bû.

Em weke koordîneya Kongreya Star a Kantona Hesekê van êrîşan şermezar dikin û em sersaxî ji gelê Siweyadyê û tevahiya gelê Sûriyeyê re dixwazin.

Em bang li civata navdewletî dikin da ku bi erka xwe rabin û DAIŞ'ê tune bikin û hemû Jinên dirûz bi lez rizgar bikin. Em weke tevgerek jinê soz didin ku ji bo bidestxistina hemû mafên jinê û peydakirina jiyanek azad û rûmet têkoşîna xwe bidomînin".

(şx)

ANHA