Xebatên saziyên Dêrikê hatin nirxandin

Meclisa Navçeya Dêrikê bi şêniyan re civiyan û xebatên saziyan ên 6 mehan nirxandin

Xebatên saziyên Dêrikê hatin nirxandin
Xebatên saziyên Dêrikê hatin nirxandin
Xebatên saziyên Dêrikê hatin nirxandin
Xebatên saziyên Dêrikê hatin nirxandin
Xebatên saziyên Dêrikê hatin nirxandin
29 tîrmeh, 2018   19:16

QAMIŞLO

Meclisa Gel a Navçeya Dêrikê bi armanca nirxandina xebatên 6 mehan ên saziyan civîneke li dar xist.

Bi sedan şêniyên navçeyê, hevserokên Meclisa Herêma Dêirkê Zelfa Mihemed û Ebdulherman Mihemed, rêveberên Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif, hevserokên komînan, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên hêzên Asayîşê û Trafîkê amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê rapora xebatên 6 mehan a meclisa navçeya Dêrikê ji aliyê Hevseroka Meclisa Navçeya Dêrikê Dîlber Osman ve hate xwendin. Paşê jî deriyê nîqaş û nirxandinê li pêşiya beşdaran ve hate vekirin.

Hin beşdaran rexne li şaredariyê kirin ku li ser paqijî, sererastkirina riyan, nebaşbûna nan û kêmbûna avê nasekinin. Her wiha hate gotin ku di navbera saziyan de koordîne tuneye.

Hin welatiyan îşaret bi Mûdîriyeta Aborî ya Dêrikê kirin ku erka xwe ya kontrolkirina madeyan û buhayên wan, her wiha xerçkirina avê  baş bi cih nayînin.

Rêveberê Meclisa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif axivî û ev tişt anî ziman: "Meclisa kantonê dê li ser rexney û pêşniyaran bisekinin û heya karibin rê nedin ku kêmasiyên berê derketina dûbare nebin. Kesên kêmasiyan di kar dikin ji niha û şûn de dê hesab ji wan were xwestin."

(bb)

ANHA