Şêniyên Minbicê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Babê oxir kirin

Şêniyên bajarê Minbicê cenazeya şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Ebdulkerîm El-Qasim (Ebû Ereb) ên ku di encma teqîna mayîneke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê li gundê Qert Wêran ê rojavayê bajarê Minbicê şehîd bûbû li goristana Şehîdan oxir kirin.

Şêniyên Minbicê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Babê oxir kirin
Şêniyên Minbicê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Babê oxir kirin
Şêniyên Minbicê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Babê oxir kirin
Şêniyên Minbicê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Babê oxir kirin
Şêniyên Minbicê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Babê oxir kirin
Şêniyên Minbicê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Babê oxir kirin
Şêniyên Minbicê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Babê oxir kirin
Şêniyên Minbicê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Babê oxir kirin
29 tîrmeh, 2018   18:14

MINBIC

Sedan şêniyên Minbicê, endamên saziyê sivîl û leşkerî li ber Nexweşxaneya Firat kom bûn û cenazeyê Ş.Ebdulkerîm El-Qasim (Ebû Ereb) wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a bajêr ve bi rê ketin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Kefa El-Elî axivî û got:" Em bejna xwe li hember şehîdên ku ji bo rizgarkirina xaka welat ji terorê xwîna xwe feda kirine, ditewînin. Şehîdan bi xwîna xwe destanên lehengiyê nivîsandin. Em soza şopandina riya wan didin ta armancên wan bighînin serî. "

Piştre li ser navê Meclisa Leşkerî ya Babê fermandarê giştî yê meclisê Yûsif El-Erîma axivî û sersaxî ji malbata şehîd xwest û wiha got:" Îro em kulîlkek nû di baxçeya şehîdan de diçînin. Kulîlik ji Meclisa Leşkerî ya Babê, yê ku di parastina biratiya gelan û jiyana hevbeş de canê xwe feda kiriye ye. Em weke Meclisa Leşkerî ya Babê soz didin ku em ê li ser riya şehîdan bin ta serkeftinê bi dest bixin û gelê xwe ji dagirkera Tirk û çeteyên wê rizgar bikin."

Li ser navê Rêvebriya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şêxo axivî. Şêxo destpêkê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:" Asta şehadetê li ba gel û xweda mezin e. Ji ber ku şehîd ji bo belavkirina aştî, azadî û rakirina zulm û zordariyê canê xwe feda dike. Em soza şopandina riya wan didin ta rizgarkirina hemû xaka Sûriyeyê ji dagirkeran û çeteyên wan, ".

Her wiha bi navê malbata şehîd, Mustefa Mihemed axivî û got:" Bi navê malbata şehîd em serseriyê ji gelê xwe re dixwazin. Em soz dikin ku em ê têkoşîna wan berdewam bikin. Ne ji şehîdan baye me nedikarîbû bi ewlehî jiyan bikin."

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehdan Semer El-Casim ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Piştre girseya gel cenazeya şehîd di nav tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşemayn de spartin axê .

(şx)

ANHA