Cangoriyên Kobanê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn

Cangoriyên kantona Kobanê yên meha Tîrmehê li goristana Şehîd Dicle ê hatin bi bîranîn.

Cangoriyên Kobanê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Kobanê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Kobanê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Kobanê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Kobanê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Kobanê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
29 tîrmeh, 2018   18:40

KOBANÊ

Li Rojava û Bakurê Sûriyê, wekî girêdana bi nirêxên şehîdan, di dawiya her mehê de, gel canoriyên di mehê de şehîd bûne, bi merasîman bi bîr tînin.

Li warê Berxwedana Sedsalê Kobanê, gel bi armanca bîranîna şehîdên meha Tîrmehê, vê êvarê berê xwe dane goristana Şehîd Dicle ya dikeve başûrê bajarê Kobanê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê a Kantona Kobanê Ehmed Şêxo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest  û wiha got:''Meha Tîrmehê bi meha berxwedaniyê tê naskirin, berxwedana ku îro li Efrînê û tevahî Kurdistanê tecîdar e bingeha xwe Berxwedana 14‘ê Tîrmehê digire ku hîmê lehengên mîna Mihemed Xêr Dûrmûş û Elî Çîçek danîne. Ev berxwedanî mohra xwe li dîroka Kurdistanê xist.

Piştî axaftinê welatiyan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Merasîma bîranînê bi dûrişmeya dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(sn/qî)

ANHA