Dewleta Tirk li Romayê hate protestokirin

Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin, li paytexta Îtalya Romayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Dewleta Tirk li Romayê hate protestokirin
29 tîrmeh, 2018   17:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Girseya gel li Qada Venezîayê li hev civiyan û pankarta “Sûriyeyeke Demokratîk, Kurdistaneke xweser; Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bila bê rawestandin” hildan.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Dîktator Erdogan ji Kurdistanê bicehime’ bi dawî bû.