Li Endonezyayê erdhej: Herî kêm 10 mirî

 Li girava Lombokê ya Endonezyayê ji ber erdhejê herî kêm 10 kes mirin.

Li Endonezyayê erdhej: Herî kêm 10 mirî
29 tîrmeh, 2018   10:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Li girava Lombokê ku yek ji navendên turîzmê ya Endonezyayê ye, bi şîdeta 6.4 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê herî kêm 10 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Rewşa Lezgîn a Endonezyayê Sûtopo Pûrwo Nûgroho têkildarî erdhejê wiha got: "Herî kêm 40 kes birîndar bûn û xisar li dehan xaniyan bû. Em texmîn dikin ku ev hejmar zêdetir bibe, ji ber ku hîn ji her alî ve agahî negihaştine ber destê me. Em niha giraniyê didin ser karê veguhastin û rizgarkirinê. Hin birîndar hîn tên dermankirin."