Li Hewid Yermûk bêdengî serwer e

Piştî şerê dijwar ku di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Xalid Bîn Welîd ên girêdayî DAIŞ’ê de pêk hat, ji nişka ve di herêma Hewid Yermûk a Sûriyeyê de bêdengî pêk hat. Ev bêdengî di encama gefên çeteyan ên îdamkirina jinên ji Siweydayê yên hatine revandin de pêk hat.

Li Hewid Yermûk bêdengî serwer e
29 tîrmeh, 2018   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li herêma Hewid Yermûk a gundewarên rojava ya Deraayê ku beşeke wê di bin destê koma çete ya Xalid Bîn Welîd a girêdayî çeteyên DAIŞ'ê de îro ji berbanga sibê ve bêdengî serwer bûye.

Ji şeva Şemiyê heta îro berbangê şer bi tundî di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Xalid Bîn Welîd de rûdida. Şer li derdora gundê Abdîn pêk hat. Di dema şer de hêzên rêjîmê di beşeke gund de pêşve diçû. Di heman demê de hêzên rêjîmê bi helîkopteran herêma şer bombebaran dikir.

Ev bêdengiya ku vê sibê pêk hat û hîn jî didome. Di encama gefa ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî hêzên rêjîmê xwar de pêk hatiye. Gefa çeteyan li ser zimanê yek ji jinên Siweydayê yên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, pêk hatiye. Ev jî di dîmeneke ku çeteyan weşandiye û yek ji jinên hatine revandin diyar dike. Jina di dîmenê de ji yek ji gundên Siweydayê, diaxive û peyamekê dide hêzên rêjîmê û ji wan dixwaze ku şertên çeteyan qebûl bikin. Jina behsa mijarê di dîmenan de her wiha dibêje ku heger şertên çete dibêjin pêk neyên, dê çete wan îdam bikin.

Hêzên rêjîmê bi piştgiriya Rûsyayê karîbûn bi lez di başûrê Sûriyeyê de bi pêş bikevin. Ev jî di encama îtîfaqa di navbera wan û komên çekdar de pêk hat. Di encama îtîfaqê de ên lihevkirin qebûl nekirin, ber bi bakurê Sûriyeyê ve hatin koçberkirin. Ev jî di çarçoveya guhertina demografyayê de ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk hatiye.

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên rojhilat û bakurê rojhilat ên parêzgeha Siweydayê kir, ji wir jî bi êrîşên întîharî roja Çarşemê derbasî bajar bûn. Di encama êrîşê de zêdetirî 200 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Piştî van êrîşan agahî hatin belavkirin ku 17 kes ku piraniya wan jin û zarok in, hatin revandin. Ajansa Reuters got ku hejmara kesên hatine revandin 20 in û navê wan belge kirin.