Li Tebqayê xebatên dabînkirina ava vexwarinê

Bi armanca peydakirina ava vexwarinê ji gundên Cehber ê rojhilat û Siwêdiyê projeya kişandina boriyên nû hate destpêkirin.

Li Tebqayê xebatên dabînkirina ava vexwarinê
Li Tebqayê xebatên dabînkirina ava vexwarinê
Li Tebqayê xebatên dabînkirina ava vexwarinê
Li Tebqayê xebatên dabînkirina ava vexwarinê
29 tîrmeh, 2018   10:31

NÛRÎ UMER – UDEY EL-EHMED / TEBQA

Tîmên sererastkirinê yên ava vexwarinê li herêma Tebqayê bi hevkariya rêxistina ‘Bi hev re ji bo El-Curniyê’ beriya demekê projeya kişandina boriyên ava vexwarinê da destpêkirin.

Xebatên kişandina boriyan ji bo peydakirina ava vexwarinê ji 3 hezar welatiyên gundên Cehber ê rojhilat û Siwêdiyê yê biçûk re bê navber berdewam dikin. Girêdayî mijarê endezyarê çavdêriya projeyê dike Esaf Taha wiha got: "Boriyên kevn dê bi boriyên nû bêne guhertin."

Taha destnîşan kir ku projeya wan di nîvê meha Tebaxa de dê bi dawî bibe.

Şaredariya Gel a Tebqayê niha bi rêya panzeran ava vexwarinê li van gundên navborî belav dike.

ANHA