Ji kevntirîn şêwazên derxistina avê... Dewlik

Şêwazên derxisitina avê yên kevn heta niha li gundên başûrê navçeya Til Hemîs li Bakurê Sûriyeyê tên bikaranîn. Av bi rêya dewlikan ji bîran tê derxistin.

Ji kevntirîn şêwazên derxistina avê... Dewlik
29 tîrmeh, 2018   09:16

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Di demên borî de mirov dewlik (satil) ji bo derxistina avê ji bîran bi kar dianîn. Piştî gelek pêşdeçûn û pêşxistinan ji aliyê peydabûna pêwîstiyên jiyanê û dewlemendbûnê ve, ev şêwaz hat jibîrkirin.

Piştî dagirkirna çeteyên DAIŞ, Nusra û Ehrar El-Şam ji herêmê re, binesaziya herêmê hat talankirin û amûr û alavên pêwîst dizîn û her wiha piştî qutbûna ceyranê şêwaza derxistina avê ji bîran bi dewlikan ji nû ve li gundê Xirbit Umer û mezraya Xirbit Umer vejiya.

Bi dehan gundên başûrê navçeya Til Hemîs ji ber kêmbûna avê zehmetî dikişandin. Ji ber wê şêniyên gundê Xirbit Umer û mezraya Xirbit Umer bîrên bi kûrahiya 2-4 metre kolandin û av bi rêya dewlikan derxistin û ev şêwaz li herêmê wek şêwaza ‘Xerîce’ tê naskirin.

Şêniyên gund ji bo derxistina avê ji bîrên ku bi hev re kolandine, dibin alîkar. Ava ku hatiye derxistin şênî sewalên xwe pê av didin, cilên xwe pê dişon, derdora mal û ji bo ku toz ranebe lê direşînin. Lê ji bo ava vexwarinê şênî av ji sahrîcan bi buhayê 300 lîreyên Sûriyeyê ji her bermîlekê re dikirin.

Di vê xebatê tişta bala mirov dikişîne, xebata komînal e. Ji bo derxistina avê hemû şênî zilam, jin û heta zarok jî bi hev re kar dikin. Kar di nav xwe de dabeş kirine. Hinek avê ji bîrê derdixin, hinekên din avê vediguhêzin qata jorîn a kortikê û hinek jî avê dibin malên ku pêwîstiya wan pê heye. Li hin gundan heta kûrahiya 50 metre av bi rêya dewlikan tê derxistin.

(şx/ew)

ANHA