Îran niştecihbûna sînordar ji ser muxalîfan radike

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ragihand ku Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî rakirina niştecihbûna sînordar a li ser muxalîfan erê kir ku li ser rayedarên opozîsyonê Mîr Hisên û Muhdî Kirobî ji sala 2009'an ve ji ber xwepêşandanên li welat hatibû ferzkirin.

Îran niştecihbûna sînordar ji ser muxalîfan radike
29 tîrmeh, 2018   09:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Kurê rayedarê çaksazî Muhdî Kirobî yê bi navê Hisên Kirobî ji malpereke nêzî malbatê re got ku wî bihîstiye ku Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî biryara rakirina niştecihbûna sînordar erê kiriye.

Li gorî Hisên Kirobî biryar dê pêşkêşî Rêberê Bilind Elî Xamaney were kirin. Heta niha ev biryar nehatiye piştrastkirin, lê li gorî raporan ev biryar di heman dema xebatên hevgirtina çaksazî û muhafezekaran de li hemberî zextên Amerîka û têkçûna rewşa aborî pêk tê.

Mûsewî (76) û Kirobî (80) namzetên çaksaz di hilbijartinan de bûn ku di encamê de Mehmûd Ehmedînejad di sala 2009'an bi ser ket.

Piştî têkçûna wan di hilbijartinan de Mûsewî û Kirobî tevgereke xwepêşandanan ji bo ji nû ve lidarxistina hilbijartinan dest pê kir û gotin ku Ehmedînejad kesybazî û sextekarî di hilbijartinan de kiriye.

Her du kesayet bêyî bi sûcekî bêne tawanbarkirin ji Sibata 2011'an ve di niştecihbûna sînordar de ne.