Li Iraqê operasyona li dijî DAIŞ`ê didome, 7 çete hatin kuştin

Li wîlayetên Diyala û Selahaddînê yên Iraqê 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Li Iraqê operasyona li dijî DAIŞ`ê didome, 7 çete hatin kuştin
29 tîrmeh, 2018   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Ewlekariya Iraqê, li navçeya Samra ya wîlayeta Selahaddînê, di operasyona dijî çeteyên DAÎŞ'ê de 4 çete hatin kuştin. Li bajarokê Cezîrê jî çeteyekî DAIŞ'ê bi saxî hate girtin.

Alîkarê Fermandarê Operasyona Diyalayê Hesen Mihemed got, li Diyalayê di operasyonê de 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyon li navçeyên Encane û Sîndî yên herêma Memrînê hatiye meşandin û 3 çete hatine kuştin.