Rihê Berxwedana Serdemê bi tabloyên xwe parve dike

Ardilan Îbrahîm ji zarokatiya xwe ve ji hunera şêwakariyê hez dike û dibe şêwazar. Li welatên xerîbiyê zor û zehmetiyan dikişîne, herî dawî li warê xwe Rojava vedigere û cihê xwe di berxwedana Efrînê de digire.

29 tîrmeh, 2018   08:58

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Ardilan Îbrahîm ji şêniyên navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Ji zarokatiya xwe ve ji hunera şêwekariyê (wênesazî) hez dike û bi demê re xwe fêr dike.

Jiyana Îbrahîm bi êş û azaran tijî bû. Nebaşbûna rewşa madî ya malbatî ew neçar kir ku di zarokatiyê de bixebite da ku alîkariya malbatê bike, li gel kar jî xwendina xwe berdewam kir. Lê astengiyên ku li pêşiya wî bûne kelem, jê re bû zemîn ku azaran bi rêya şêwekariyê parve bike.

Jiyana hunerî ya Ardilan Îbrahîm bi rêzkirina wêneyan dest pê dike û vê tiştî tîne ziman: "Dema min asta amadehî dixwend, hevalekî min ji min xwest ku ez wêneyê bavê wî yê mirî çêkim. Min wêneyê bavê wî xêz kir bi 15 lîreyan."

Piştre li Şamê derbasî beşa wênesaziyê dibe. Li kafeteryaya zanîngeha wêjeyî ya Şamê wêneyên xwendekaran xêz dike.

Ardilan Îbrahîm ku piştre bi dehan tabloyan rêz dike, yekemîn pêşangeha xwe li Şamê di sala 1990‘an de vedike, her wiha pêşangeheke hevbeş li Navenda Çandî ya Rûsî vedikin.

Piştre dîsa pêşangeheke taybet vedike, lê pêşangeha wî ji aliyê rêjîma Baas ve hat astengkirin û girtin. Li ser vê yekê neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û diçe Lubnanê, paşê Urdin, paşê dîsa vedigere Lubnanê, 23 salan li derveyî welat dimîne.

Bi pêvajoya Şoreşa Rojava re, Ardilan Îbrahîm vedigere welatê xwe, û tev li şoreşê dibe, dibêje ku ew amade ye xizmeta gelê xwe bike û vî tiştî tîne ziman: "Zêdetirî 20 salan ez li derveyî welat mam, min xizmet pêşkêşî gelê xwe yê kurd nekir, şoreş ji bo min derfeteke mezin bû."

Yekitiya Rewşenbîran û Desteya Çand û Hunerê ya Efrînê ji Ardilan Îbrahîm xwest ku di çêkirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bibe alîkar. Ardilan bi alîkariya 9 şêwekarên din wêneyekî mezin bi qasî 1200 metrekare çêkir.

Her wiha Îbrahîm bi hejmareke şêwekarên din wekî Henîf Hemo û Aslam Mamo peykerê Kawayê Hesinkar saz dikin.

Ardilan Îbrahîm ku cihê xwe di Yekitiya Rewşenbîran de digire, di Berxwedana Serdemê de komîteyekê ava dikin. Ev komîte nuqteyên tenduristiyê li hin navçeyan saz dikin, her wiha li ser dîwaran banga berxwedanê dikin.

Bi dijwariya êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê re Ardilan wekî bi hezaran şêniyên Efrînê berê xwe dide kantona Şehbayê û li vir karê xwe didomîne. Li Kampa Serdem 75 xwendekaran ferî wênesaziyê dike.  Her wiha amadekariya vekirina pêşangeheke hevbeş li ser Berxwedana Serdemê dike.

(bb/ew)

ANHA