Nasnameya şehîdên Gabarê hatin aşkerekirin

HPG'ê nasnameya 4  gerîlayên ku li Çiyayê Gabarê şehîd bûn aşkere kirin.

Nasnameya şehîdên Gabarê hatin aşkerekirin
Nasnameya şehîdên Gabarê hatin aşkerekirin
Nasnameya şehîdên Gabarê hatin aşkerekirin
Nasnameya şehîdên Gabarê hatin aşkerekirin
29 tîrmeh, 2018   08:56

NAVENAD NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê 4 gerîla şehîd bûne.

Navendê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da: "3'ê Tîrmehê saet 23:40'î, yekîneyeke me ku li herêma Deriyê Gabarê ya Çiyayê Gabarê bi erka xwe radibû li leşkerên artêşa TC a dagirker rast hat. Artêşa dagirker ku ji bejahî ve nekarî li dijî hêzên me şer bike, bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa ataş bombe li herêmê barand. Ji ber bomberdûmanê hevrêyên me Botan Cîzre, Çirav Botan, Serdem Azadî û Xelîl Demhat şehîd bûn. Kesê bi navê Brûsk Bagok (Sebahattîn Yildiz jî teslîmî hêzên dijmin bû."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Botan Cîzre

Nav paşnav: Adem Ozalp

Cihê jidaykbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Medîne-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

*****

Nasnav: Çirav Botan

Nav paşnav: Husnu Can

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Şukriye-Afat

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

*****

Nasnav: Serdem Azadî

Nav paşnav: Hadî Kakareş

Cihê jidayikbûnê: Serdeşt

Dayik-Bav: Mîna-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

*****

Nasnav: Xelîl Demhat

Nav paşnav: Hîkmet Karahan

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Necîbe-Îsmet

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex