Ji Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê

Çalakiyên hefteya çandê ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn hatiye organîzekirin, bi şahiyekê li gundê Aqîbê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê dest pê kir.

Ji Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê
Ji Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê
Ji Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê
Ji Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê
Ji Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê
Ji Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê
Ji Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên hefteya çandê
28 tîrmeh, 2018   19:12

EFRÎN

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê bi armanca vejandina çanda Efrînê û têkbirina pilanên dewleta Tirk û çeteyên wê ku hewl didin çanda herêmê bi hilînin çalakiyên hefteya çandê da destpêkirin.

Çalakiyên hefteyê bi şahiyekê li çiyayê Leylûnê li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dest pê kir.

Bi sedan şêniyên navçeya tev li şahiyê bûn. Cihê şahiyê bi alavên kevin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Piştî rêzgirtinê, rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê Rûmet Beko axivî û anî ziman ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên Efrîn dagir kirin û her cureyên binpêkirinan dike, da ku çanda herêmê bihilînin.

Rûmet Beko destnîşan kir ku armanca hefteyê vejandina çand û kevneşopiya herêmê ye û hêvî kir ku di demeke nêzî dikin vegerin Efrîna azad.

Piştî axaftinê, Koma Şehîd Silava a Stranan bi stranên xwe yên şoreşgerî gelekerî li gel tilîliyên dayikan beşdar coşand.

Her wiha koma Şehîd Viyan Soran jî ya dîlanan bi dengê def û zerneyê dilanên pêşkêş kir.

Paşê jî, şanoyeke bi navê "Dil û Mejî" hate pêşkêşkirin. Mijara şanoyê; derketina şêniyên Efrînê ji ber êrîşên tirkiyê ber bi kantona Şehbayê ve, lê dilê wan bi Efrînê re ye, lê difikirin ku rexmê bala wan li ser Efrînê ye lê ew neçarin xwe ji êrîşan biparêzin û ji herêmê derkevin.

Di dawiya şanoyê de, vegera li war pêk tê.

Di dawiya çalakiyê, koma "Serdem" a zarokan stranên şoreşgerî gotin, şênî jî li ber xelekên dîlanan gerandin û dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê beriz kirin.

ANHA