Tevgera Xwendekarên Demokratîk Şehîd Hogir bi bîr anîn

Tevgera Xwendekarên Demokratîk endamê tevgerê şehîd Hogir di salvegera 4‘emîn a şehadetê wî bi bîr anîn.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk Şehîd Hogir bi bîr anîn
Tevgera Xwendekarên Demokratîk Şehîd Hogir bi bîr anîn
Tevgera Xwendekarên Demokratîk Şehîd Hogir bi bîr anîn
28 tîrmeh, 2018   19:38

HESEKÊ

Endamê Tevgera Xwendekarên Demokratîk têkoşer Hogir di sala 2014‘ê di berxwedana navçeya Til Koçber a li dijî êrîşên Cehbet El-Nusra de şehîd bû.

Bi wesîleya salvegera 4‘emîn a şehadet têkoşer Hogir merasîmê bîranînê ji aliyê Tevgera Xwendekarên Demokratîk ve hate organîzekirin.

Merasîm li navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li taxa Miftî ya bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan şêniyan û endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê senevîzyoneke li ser kurtejiyana şehîd Hogir hate pêşkêşkirin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(sx)

ANHA