Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir

Partiya Sûriyeya Pêşerojê piştî bajarê Hesekê, îro buroya xwe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir
Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li Helebê vekir
28 tîrmeh, 2018   18:48

HELEB

Partiya Sûriyeya Pêşarojê di 27'ê Adara 2018'an bi tevlêbûna hemû pêkhateyên Sûriyê li bajarê Reqayê damezrandina xwe ragihand. Piştre buroya xwe ya yekemîn li babjrê Hesekê vekir.

Partiya Sûriya Pêşerojê buroya xwe ya duyemîn li taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê bi tevlêbûna nûnerên partî û tevgerên siyasî, endamên saziyên sivîl ên taxê û dehan şêniyên taxê, vekir.

Hevserokê Partiyeya Sûriya Pêşarojê a taxa Şêxmeqsûd Mihemed Hacî bi xêrhatina  beşdaran kir û vekirina buroyê li wan pîroz kir.

Bi navên Partiya Komunist a Sûriya Hevgirtî Riyad Egîd, Partiya Sûriya ya Neteweyeyî û Civakî Îsam Ezûz, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Ebû Qehreman, Partiya Vîna Gel Ebû Rezan, Buroya Meclîsa Sûriya Demokratîk a Helebê Fehîme Hemo, Hevbendiya Demokarîk a Sûriyê Welîd Neasan û Partiya Yekîtiya Demokratîk Îsa Mustefa axivîn.

Di axaftinan de girîngiya hevgirtina gelê Sûriyê li hemberê dagirkeriya Tirkiyê û komên çete û xebata hevpar ji bo avakirina Sûriyeyeke ne navendî û demokratîk hate destnîşankirin.

Şirîta buroya ji aliyê Hevserokê Partiya Sûriya Pêşrojê yê Helebê ve hat vekirin.

(şx)

ANHA