Aloziya Xezayê didome, Filistîniyek din jiyana xwe ji dest da

Ciwanekî Filistînî  ku di çalakiyên "Meşa mezin a vegerê" ya  14‘ê gulanê de birîndar bubû, îro jiyana xwe ji dest da.

Aloziya Xezayê didome, Filistîniyek din jiyana xwe ji dest da
28 tîrmeh, 2018   12:56

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku di çalakiyên "Meşa mezin a vegerê" ya 14‘ê Gulanê de, welatiyê Filistînê yê bi navê Mûmin El-Humis di enama gulebarana hêzên Îsraîlê li rojhilatê parêzgeha Refeh a başûrê Xezayê bi dijwarî birîndar bubû, îro jiyana xwe ji dest da.

Ji destpêka çalakiyên "Meşa Vegerê ya Mezin" ku 30‘ê Adara îsal dest pê kir ve, hejmara miriyan derket 155, her wiha zêdeyî 17 hezar kes birîndar bûne, di nav de 350 birîndar rewşa wan xeter e.

Çavkaniyên tenduristiyê jî diyar kirin ku 4 hezar kes li lingê xwe de birîndar bûne.

ANHA