"Helbest şaneya ku çanda gelan vedibêje"mijarê panelê bû

Li navenda Çand û Huner a navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo  ji bo pêşxistsina firkên ciwanan û pêşxistina çanda herêmê panelek bi navê "Helbest şaneya ku çanda gelan vedibêje" hate lidarxistin.

"Helbest şaneya ku çanda gelan vedibêje"mijarê panelê bû
"Helbest şaneya ku çanda gelan vedibêje"mijarê panelê bû
"Helbest şaneya ku çanda gelan vedibêje"mijarê panelê bû
28 tîrmeh, 2018   13:11

QAMIŞLO

Panel li navenda Çand û Huner a navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê hate lidarxistin. Hejmareke ji helbestvanên herêmê tev li panelê bûn. Panel bi armanca pêşxistina fikrên ciwanan û vegerandina çanda ereban hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêmê û endamên saziyê sivîl û leşkerî beşdarî panelê bûn.

Helbestvan Hemdî El-Ezo, Macid Hisên El-Xilêf, Mihemed El-Rewîsî, Fewaz El-Nezal, Mahir El-Hisên, Hind El-Necris, Mehmûd El-Helûş û her wiha zarokên bi navê Ala El-Etîb û Lemiya El-Elî jî tev li panelê bûn.

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê navenda Çand û Hunera navçeya Til Hemîs Sayil El-Muxlif axivî û bi xêr hatina beşdaran û helbestvanan kir.

El-Muxlif di axaftina xwe de got ku ew weke navenda Çand û Huner hewil didin çanda gelan û civakê pêş bixin û wiha anî ziman,"Em dikarin bi yekîtiya xwe bi beşên rewşenbîr re çanda xwe li herêmê pêşbixin. Da ku bibe neynika gelan."

Paşê helbestek bi navê (Bav) ji aliyê zaroka bi navê Ala El-Etîb û helbestek bi navê (Dayîk) ji aliyê Lemiya El-Elî hatin xwendin.

Paşê her helbestvanekî bi rengê xwe helbestên xwe yên cûda vegotin.

Di dawiyê de endamên Meclisa bajarkên Ekaz û Cezaa hinek ji çanda erebî ya resen a êla Şumer gotin.

Panel bi stranên gelerî ji aliyê Endamê navenda Çand û Huner a Til Hemîsê Mehmûd El-Zahir ve bi dawî bû.

(bx)

ANHA