Li Dêrazorê mecliseke nû hate vekirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Meclisa Gel li navçeya El-Kesra ya Dêrazorê bi navê Şehîd Muhend Elewî vekir. Muhend Elewî di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû.

Li Dêrazorê mecliseke nû hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke nû hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke nû hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke nû hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke nû hate vekirin
Li Dêrazorê mecliseke nû hate vekirin
28 tîrmeh, 2018   10:04

DÊREZOR

Di çarçoveya xebatên Meclisa Sivîl a Dêrazorê de ji bo birêxistinkirina welatiyên gundewarên bakur û başûrê Dêrezorê û avakirina meclisan, îro meclisa navendî ya xeta rojava li navçeya El-Kesra hate vekirin.

Di merasîma vekirina meclisê de endamên Meclisa Sûriyeya Demokratîk, hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrezorê Leyla Hesen, nûnerên meclisên herêmî û meclisên şaredariyan û bi dehan welatiyên herêmê amade bûn.

Merasîm bi bîranîna cangoriyan dest pê kir. Paşê endamê MSD'ê Îbrahîm El-Cumaa komkujiya Siweydayê bi bîr anî û diyar kir ku ew komkujiyeke hovane bû çeteyên DAIŞ'ê li dijî kesên bêguneh pêk anî û wiha pê de çû: "Em gelên Sûriyeyê hemû yek in. Komkujiya li Siweydayê berdewama komkujiyên li dijî gelê Sûriyeyê ye.ʺ

Yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Wefai Celal Berekat di destpêka axaftina xwe de vekirina meclisê li welatî û malbatên şehîdan pîroz kir û da zanîn ku ew gaveke dîrokê ye, piştî salan ji zilm û zordariya çeteyên DAIŞ`ê ev meclis bi îradeya gelê herêmê hate vekirin.

Her wiha yek ji endamên meclisa navçeya El- Mehmîda, Hesen El-Hisên û endama meclisa gundê El-Kibî Eyşe El-Hesen diyar kir ku divê meclis hemû pêdiviyên gel ên xizmetguzariyê pêk bîne.

Di dawiyê de deriyê meclisê ji aliyê hevjîna Şehîd Muhend Elewî, Eta El-Zehir ve hate vekirin.

(ekîb)

ANHA