Topbarana li ser navendên hûsiyan didome

Hêzên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî navendên hêzên Ensarallah El-Hûsî li bendera El-Hudeyda û li Sada ya bakur rojavayê Senhay topbaran kirın. Her wiha nûnerê NY`yê Yemenê re Martin Griffiths hevdîtinên xwe bi hêzên hûsî re didomîne.

Topbarana li ser navendên hûsiyan didome
28 tîrmeh, 2018   10:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Koalîsyona Erebî êrîşên hewayî li ser bendera El-Hudeyda ya Yemenê pêk anîn. Her wiha êrîşî navendeke leşkerî ya polîsên leşkerî yên girêdayî hûsiyan û kargeha plastîkê li bakurê bajêr û herêmên Zebîd û Tehîta kir.

Li gorî toreya El-Mesîra ya ser bi hêzên Ensarallah El-Hûsî ve diyar kir ku koalîsyonê navenda radyoyê li bajêr û rawestgeha nêçîra masiyan bombebaran kir. Der barê bûyerê de tu agahî li ser kuştî û birîndaran nehatin diyarkirin.

Her wiha balafirên koalîsyonê çiyayê Berd li Miduriyeta Kesme ya parêzgeha Rîme 5 caran bombebaran kir û cihên cuda ji Sada, El-Cof, Hece û Emran hedef girtin.

Nûnerê Neteweyên Ykebûyî (NY) yê Yemenê Martin Griffiths hevdîtinan bi fermandarên hêzên Ensarallah El-Hûsî re didomîne û got ku hevdîtinên wan baş in.

Martin Griffiths li ser toreyên tevna civakî got dê roja Pêncşemê pêşketinên ku ji bo rawestandina şer li Yemenê bi dest xistiye dê ji Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî re bibêje.

Kooalîsyona Erebî hewl dide El-Hudeyda bixe bin serweriya xwe da ku xeta sereke ku hêzên hûsî alîkariyê jê digirin, qut bike û wan neçar bike ku bi koalîsyonê re hevpeymanan pêk bîne. Lê koalîsyonê tu tişt di vî alî de bi dest nexist. Her wiha NY`yê diyar kir ku bidestxistina bendera El-Hudeyda dibe ku li Yemenê xelayê çêke.

(bx/ew)