Dagirkeran 3 welatiyên din ên Efrînê revandin

Artşa tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatiyên gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco ya kantona Efrînê revandin. Li gorî çavkaniyên welatî ji aliyê çeteyan ve têne îşkencekirin.

Dagirkeran 3 welatiyên din ên Efrînê revandin
28 tîrmeh, 2018   09:47

EFRÎN

Çavkaniyan ji gundê Mosaka ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê îro 3 ciwanên bi navê Umer Elîko (33), Egîd Mihemed Derdo (28) û Mihemed Hesen Mihemed Derdo (22) ji gund revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dema ciwan di nava zeviyên xwe de dixebitîn ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, her wiha tekez kir ku telefonên wan ên destan ji wan hatin standin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan ciwan ber bi cihekî nediyar ve birin.

Ji aliyekî din ve çavkanî got artêşa tirk a dagirker duh mala welatiyê bi navê Mihemed Hefîdî ya dikeve aliyê bakurê gund, talan kir.

Tê zanîn ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku Efrîn dagir kirine, revandin û kuştina şêniyên Efrînê bi hincetên derew didomîne.

(bx/ew)

ANHA