Li Akademiya Şehîd Fatma Xabûr dewreyeke din bi dawî bû

Akademiya Şehîd Fatma Xabûr dewreyeke din a perwerdeyê bi merasîmekê bi dawî kir.

Li Akademiya Şehîd Fatma Xabûr dewreyeke din bi dawî bû
28 tîrmeh, 2018   09:40

DÊRAZORÊ

Dewreya perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Fatma Xabûr bi tevlêbûna 189 endaman 15 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên leşkerî û birdozî hatin dayîn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê û hejmareke mezin ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundrîn beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de lgirîngiya dersên ku di dewreyê de hetin dîtin û her wiha rola endaman di aramî, ewlehî û belavbûna zanebûnê û aştiyê di nava civakê de hate vegotin.

Di dawiyê de endamên ku tev li dewreya perwerdeyê bûne soza parastina herêmê li hemberî êrîşan da. Paşê ji aliyê berpirsên dewreya perwerdeyê ve bawername li endaman hatin balavkirin.

(bx/ew)

ANHA