ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-07-2018
28 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Rûspiyên êlên Kurd ên kantona Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeremzar kirin û destnîşan kirin ku rêxistinên navdewletî erka xwe ya li beramberî wî bin cih nayînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî bîlancoyekê ku şêniyan aşkere kirine; artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di mehekê de bi dehan domin zevî û bi hezaran dar li derdora gundê Sorxankê şewitandine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Partiya Aşîtî ya Kurdistanê Telal Mihemed êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi êrîşên li hemberî gelê Kurd bi nav kir û dijî dagirkeriyê banga yekîrêziyê li hêzên kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Turonveya Volbol a jinên ciwanên li ser asta herêma Cizîrê li stada 12‘ê Adarê dest pê dike. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî hilbijartinên 12‘ê Gulanê li Iraqê nakokiyên hêzên siyasî zêde dibe, welat derbasî pêvajoya valahiyeke zangonî dibe. Di encamê de li parêzgeha Besrayê li dijî nebûna xizmetguzarî, gendelî û bêkariyê xwepêşandan destpê kirin û li belav bûne. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê li navenda çandê çalakiyeke helbestan li dar dixe. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Dîwana Dada Civakî ya herêma Kerama ya rojhilatê Reqayê gelek nakokiyê ku bi salan li ser derbasbûne çareser kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi sedema qutbûna riya di navbera Şehba û herêma Cizîrê de ji aliyê rêjîma Sûriyê ve gundê Xirnata ya navçeya Fafîn ji beriya 4 mehan ve bê ceyran e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a bajaroka Hilwa bi derferên kêm riyên di navbera navenda bajarokê û gundan de sererast kir, her wiha av gihand 4 gundan û xetên kanalîzasyonê gihand 5 gundan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Xêrka ango Taxa Şehîd Cûdî ya bajarê Dêrikê, rexneyên nebaşbûna xizmetguzariyê nemaze, rê, xetên kanalîzasoyên  û hwd dikin. Şaredarî jî sedema kêmasiyan diyar dike û soza çarekirinê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA